Sunday, July 3, 2022

Rojev

Dosya

Nivîsar

Ragehandina Civakî

3,078FansLike
1,004FollowersFollow
494SubscribersSubscribe

Video

Popûler

Polîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê digel Fermandarê Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê civiya

0
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ku Fermandarê Giştî yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ye jî, roja sêşemê 28.06.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya General John Brennan Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê û şandeya pê re kir. Di civînê da ku, Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û birêzan; Wezîrê Pêşmerge, Serok Erkanê Pêşmerge û hejmareka fermandar û piledarên Pêşmerge amade bûn, prosesa çaksaziyan di nav Wezareta Pêşmerge û pêngavên dawî yên yekxistina hêza Pêşmerge û arîşeyên li pêşiya vê prosesê hatin behs kirin û pêşniyareka Amerîkiyan jî di...

Cîhan

Nameyek vekirî ji bo rayadarên komelgeha navnetewî,

0
Nameyek vekirî ji bo rayadarên komelgeha navnetewî, AntónioGuterres, Joe Biden, Ursula von der Leyen û Emmanuel Macron Dewleta Tirk bi dehezaran leşker, bi çek û amûrên leşkerî ve beşek ji rojavayêKurdistanê dagîr kirîye û niha jî hewl dide ku bi kûrahiya 30 km hemû rojavayêKurdistanê dagîr bike. Êrîşên dewleta Tirk nêzikî 40 km ketine nav xaka BaşûrêKurdistanê û rojane gundewarên heremê bombaran dike. Berpirsiyarên dewleta Tirk,bi taybet jî Erdogan aşkera dibêje, ku armanca wan ya sereke pêşî lê girtina reveberîyaherêmên kurdî ye û ji nav birina destkevtîyên kurdan e. Êrîşên dewleta...

Kultur

Kovara Felsefeyê

0
Kovareka Felsefeyê bi navê PHILOSOPHIAyê bi kurdiya kurmancî derket jiyanê. Çend roj berê dostê min Elî Gurdilî hejmarek ji kovaêr bo min wek diyarî hinart. Çendî ku berê jî kovareke felsefê bi kurmancî li Swêdê derketibû, lê ev kovara hanê ku li Îzmîrê derketiye gelek berfireh, bi kurmanciyeke xweş û şêrîn û bi naverokeke dewlemend e.  Ev kovara çarmehî ku ji aliyê weşanxaneya NAyê ve hatiye weşandin, rûpelên wê ji kaxezê pirtûkan ê 80g, bergê wê yê rengîn 300g û mezinahiya wê jî  19.5 x 27.5 cm ye. Tê de 15 sernav...

Vîdeo

Hevpeyvîn