CîhanFlaş

Trump di hilbijartinên Îsraîl de pişgiriya Netenyahu dike..

Di posteke medyaya civakî de, Trump pêşî daxûyakirin ku, Netanyahu “serokwezîrekî baş” e, dû re jî ji dengdêrên Îsraîlî re axivî ku di 27ê Cotmehê de ber bi sindoqan ve diçin re got: “Dema ku hûn diçin ser sindoqan, ji kerema xwe ji bîr nekin ku Bibi (Netanyahu) serokwezîrekî û şervanekî bêhempa ye. Dengê xwe bidin Bibi Netanyahu wekî serokwezîr; divê em tişta ku me dest pê kiriye biqedînin.”

DYA û Îsraîlê di 28ê Sibatê de operasyoneke hevbeş li dijî Îranê dest pê kirin. Şerê ku bi tolhildana Îranê dest pê kir, hîn jî berdewam dike.

Hefteyek berê, Trump jî piştgiriya xwe ya tevahî ji bo Netanyahu ragihand. Lêbelê, cîgirê serokê wî, JD Vance, diyar kir ku ew niyeta wî tune ku destwerdanê di hilbijartinên Îsraîlê de bike an jî daxuyaniyek piştgiriyê ji bo Netanyahu bide.

Back to top button