CivakFlaş

Konsulê Çînê: Kargeha otombîlan a li Zaxoyê projeya herî mezin e li Herêma Kurdistanê

Konsulê Giştî yê Çînê bi Wekalet li Herêma Kurdistanê Zhang Jianxin ragihand; projeya hevbeş a çêkirin û bestina otombêlan di navbera kompaniya Jetour a Çînî û Grûpa Harlemê de, mezintirîn projeya pîşesaziya otombêlan e li Herêma Kurdistanê û pêngaveke pratîkî ye bo xurtkirina pêwendiyên dualî.

Îro yekşemê, 25ê Cotmeha 2026an, di çarçoveya merasîma îmzekirina peymana hevbeş û danîna kevirê bingehîn ê kargeha pîşesaziya otombêlan li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê de, Zhang Jianxin gotarek pêşkêş kir.

Jianxin kêfxweşiya xwe bi serdana Zaxoyê anî ziman û got:”Li ser navê Konsulxaneya Çînê li Herêma Kurdistanê, ez spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dikim ji bo wê piştgiriya berdewam a ku pêşkêşî kompaniyên çînî kiriye.”

Konsulê Giştî yê Çînê da zanîn ku branda navdewletî ya Jetourê di salên dawî de geşbûneke berbiçav tomar kiriye û îro bûye yek ji marqeyên herî serkeftî û pêşeng ên bazara otombêlan li Herêma Kurdistanê.

Jianxin herwiha got: “Niha otombêlên Jetourê bi awayekî berfireh li ser cadeyên Herêma Kurdistanê tên dîtin. Piştî ku ez di meha Nîsanê de hatim Hewlêrê, min bi xwe jî otombêleke vê markeyê kirî.”

Bi gotina dîplomatkarê Çînî, ev projeya hevbeş a di navbera Jetour û Grûpa Harlemê de dê bibe mînak û rêber ji bo hatina brandên din ên Çînî bo herêmê. Herwiha weke werçerxanekê di kerta pîşesaziyê de û serkeftineke nû di peywendiyên aborî yên navbera Hewlêr û Pekînê de tê hejmartin.

Zhang Jianxin derbarê sûd û bandora aborî ya kargehê de tekez kir: “Ez piştrast im ev proje dê tevahiya şiyanên xwe yên teknîkî bixe meriyetê, bi dehan derfetên nû yên kar bo ciwanan biafirîne û bibe bingeheke bihêz ji bo pirrengkirina dahat û aboriya Herêma Kurdistanê.”

Di dawiya gotara xwe de, Konsulê Giştî yê Çînê bi wekalet destnîşan kir ku Çîn pêbend e ku bibe hevbeşekî pêbawer di geşepêdana Herêma Kurdistanê de û ew ê di hevahengiya xwe de bo vekirina navendên asta bilind û dabînkirina derfetên pêşketinê berdewam bin.

Back to top button