Civak
Barak: Rêkeftin li ser bingeha ‘yek artêş, yek hikûmet û yek dewlet’ e
26/08/2026
Barak: Rêkeftin li ser bingeha ‘yek artêş, yek hikûmet û yek dewlet’ e
Nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê bo Sûriyê, peymana entegrekirina Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de…
Erdogan li xelatê civina qabineya xwe dike..
25/08/2026
Erdogan li xelatê civina qabineya xwe dike..
Serokkomarê Tirkiye Erdogan bi minasebeta salvegera Cenga Malazgirtê ku wek ketina Tirkan a Kurdistanê û rojhilat tê qebûl kirin, hat…
Divê dîroka pir bi tawan û wêrankirina rabûrî bibe pend û derseke herdemî
25/08/2026
Divê dîroka pir bi tawan û wêrankirina rabûrî bibe pend û derseke herdemî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta salvegera komkujiya devera Behdînan peyamek ragihand. Peyam wehaye: Îro bîranîna bi êş a…
Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di salvegera Enfala Badînanê de
25/08/2026
Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di salvegera Enfala Badînanê de
Serokwezîr Mesrûr Barzanî Îro 25ê Tebaxa 2026an, peyamek derbarê Enfala Badînanê de belav kir û ragihand: “Îro di 38emîn salvegera…
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyan pêşkêşî malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê dike
24/08/2026
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyan pêşkêşî malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê dike
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî pêşkêşî malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê kirin. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî îro ragihand ku tîmên wê alîkarî…
Duhokê yek ji kesayetiyên xwe yên herî navdar winda kir
24/08/2026
Duhokê yek ji kesayetiyên xwe yên herî navdar winda kir
Duhokê yek ji kesayetiyên çandî yên herî navdar winda kir. Parêzer, rojnamevan û nivîskar Şivan Tofîq di 22/8/2026an de di…
Ocalan destê duyem de wek koardinatorê devjêberdana çekan tê tayin kirin..!
23/08/2026
Ocalan destê duyem de wek koardinatorê devjêberdana çekan tê tayin kirin..!
Dewlet ji bo teyîd bike ku PKKê ji dev çekan berda û ew çek radesti hêzên ewlehiya Tirkiye kirine û…
Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Serok Mesûd Barzanî kir
22/08/2026
Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Serok Mesûd Barzanî kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî bi minasebeta wergirtina Nîşana Bilind a Papa yê Pîrozê Vatîkanê pîrozbahî li serok Baarzanî kir.…
Wezîrê Perwerdehiyê: Ez geşbîn im ku pêvajoya “bicîhkirina” mamosteyan dê ji nû ve dest pê bike
22/08/2026
Wezîrê Perwerdehiyê: Ez geşbîn im ku pêvajoya “bicîhkirina” mamosteyan dê ji nû ve dest pê bike
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ragihand ku dê 20 milyon pirtûk ji bo sala nû ya akademîk werin çap kirin. Wezîrê Perwerdê…
Mezlum Ebdî temamkirina entagrasyonê ragihand…
21/08/2026
Mezlum Ebdî temamkirina entagrasyonê ragihand…
RAGIHANDINA “ENTEGRASYONÊ” LI QAMIŞLÎDi merasîmekê de li Qamişlîyê, ku nûnerên fermî yên hikûmeta Şamê beşdar bûn, hate ragihandin ku pêvajoya…
Agahiyên herî dawî yên li ser Lahûr Şêx Cengî
20/08/2026
Agahiyên herî dawî yên li ser Lahûr Şêx Cengî
Di ser rûdanên Otela Lalezarê ya Silêmaniyê re 22yê mehê 2 sal derbas dibin. Heta îro Lahûr Şêx Cengî, birayekî wî û çend kesên nêzîkî wî girtî ne. Parêzerekî dosyeyê dibêje, “Xebatên li ser dosyeya Kak Lahûr hatine rawestandin û em li dijî Dadgeha Silêmaniyê giliyê tomar dikin.” Lahûr Şêx Cengî heta niha çend caran birine beramberî dadger. Cara yekem 12ê Kanûna Paşîn û cara dawî jî 14ê Gulanê rûniştin çêbûbûn lê piştî wê dîrokê ti rûniştinên dadgehê nehatine kirin. Yek ji parêzerên girtiyên Lalezarê Qadir Axa Mentik ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Xebatên li ser dosyeya Kak Lahûr li Dadgeha Silêmaniyê hatine rawestandin û kar li ser nayê kir. Me jî dosye bir Dadgeha Pêdaçûnê ya Herêma Kurdistanê.” Dorpêça Otela Lalezarê Hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê şeva 22yê Tebaxa 2025an ku ji hêzên Dijîteror, Asayîş û Komando pêk dihatin, Otela Lalezarê ya Silêmaniyê dorpêç kiribû. Otel cihê mayîna Lahûr Şêx Cengî, hinek berpirsên partiya wî û parêzvanên wî bû. Di encamê de Lahûr Şêx Cengî, birayê wî Polad û parêzvanên wî hatibûn girtin lê piraniya parêzvanan di demên cuda de hatin berdan. Qadir Axa Mentik da zanîn: “Piştî ku Dadgeha Silêmaniyê xebatên li ser dosyeyê rawestandin, me li dijî dadgeran gilî tomar kir. Dadgeha Silêmaniyê li hemberî dadgeran ti rêkar neda ber xwe, loma em niha li dijî Dadgeha Silêmaniyê gilî tomar dikin.” Darizandina Lahûr Şêx Cengî û girtiyên din li Dadgeha Tawanan a 2yan a Silêmaniyê bi rê ve diçe. Destpêka Hezîranê parêzeran bi hinceta ku xebat li ser dosyeyê nayên kirin, li Dadgeha Silêmaniyê li dijî dadgerên dosyeyê gilî tomar kiribû. Parêzerê dosyeyê li ser giliyê nû got: “Van rojan me serdana Dadgeha Pêdaçûnê ya Herêma Kurdistanê kir. Me ragihand ku vê carê giliyê me li dijî Dadgeha Silêmaniyê heye û wan jî biryar da ku giliyê me wergirin.”…
Bi pêvajoya “Tirkiyeya bê teror” de Ocalan û PKKê “Teroistiya” xwe pejirand
20/08/2026
Bi pêvajoya “Tirkiyeya bê teror” de Ocalan û PKKê “Teroistiya” xwe pejirand
Gelek cara hinek gotin hene mirov naxwaze bi karbîne. Gotina Terorê jî gotineka ji van e. Herdema li bakurê Kurdistanê,…
Serok Barzanî tekezî li ser tebayî û biratiyê dike
19/08/2026
Serok Barzanî tekezî li ser tebayî û biratiyê dike
Bi helkefta 80emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Sekreteriya Serok Barzanî peyameke spasdarî û pêzanînê belav kir. Sekreteriyê…
Qanûna çarçove ketiye meriyetê.
18/08/2026
Qanûna çarçove ketiye meriyetê.
Pêşnûmeya Qanûna li ser Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî, ku raya giştî wek qanûna çarçove tê navkirinû dewlet wek…
Serkirde û berpirsên cîhanê pîrozbahiyê li Serok Barzani dikin..
17/08/2026
Serkirde û berpirsên cîhanê pîrozbahiyê li Serok Barzani dikin..
Di 80yemîn salvegera jidayîkbûna Serok Mesûd Barzanî de, gelek serkirde, dîplomat, general û senatorên payebilind ên Amerîka û cîhanê wî pîroz dikin dikin û balê dikişînin ser rola dîrokî ya Serok Barzanî ya di parastina aramiya herêmê, têkbirina DAIŞê û xurtkirina pêwendiyên di navbera gelê Kurd û civaka navneteweyî de. Amerîka: Hevpeymanî û dostaniya dêrîn Wezîrê Tenduristiyê yê Amerîkayê Robert F. Kennedy, Serok Barzanî pîroz dike û dibêje: “Kurd û Amerîka hevpeymanên dêrîn in. Em dizanin Kurd ji welatê me hez dikin û em jî ji Kurdan hez dikin; ev hevpeymaniyek ecêb bûye.” Her wiha Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright amaje bi rêza xwe ya kûr a ji bo serkirdayetiya zana ya Serok Barzanî û gelê Kurd ê mezin dike. Nûnerê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz spasiya Serok Barzanî dike ji bo “çendîn dehsalên hêz û rêberiya ji bo gelê Kurd û xebata ji bo aştiyê.” Wezîrê Karên Derve yê berê yê Amerîkayê Mike Pompeo di peyamekê de ji bo Serok Barzanî dibêje: “Karkirina me ya hevbeş çendîn destkeftî ji bo Herêma Kurdistanê, Îraq û Amerîkayê hebûn. Spas ji bo hevkariya te ya bihêz û dostaniya te ya nêzîk; te Hewlêr kir bajarekî geşbûyî û rola te wiha kir ku Amerîka aramtir bibe.” Serokê berê yê Encumena Nûneran a Amerîkayê Newt Gingrich bal kişand ser berdewamiya pêwendiyan. Balyozê berê yê Amerîkayê John Negroponte, Serok Barzanî wekî “kesayetiyekî niştimanperwer, çiyager û werzişvan” pênase dike. Balyozê berê yê Amerîkayê Zalmay Khalilzad bîranîneke xwe ya li gel George Bush vedigêre û dibêje: “Bush ji min re got ku Barzanî wekî wî mirovekî biryar û kiryarê ye.” General û parêzvanên ewlehiyê Serokê berê yê CIAyê û generalê malnişîn David Petraeus rola Serok Barzanî ya di dariştina Îraqa nû û xurtkirina Herêma Kurdistanê de bilind dinirxîne. Balyozê berê yê Amerîkayê James Jeffrey spasiya Barzanî dike ji bo têkbirina DAIŞê û dibêje: “Biryara çalakkirina Hêzên Pêşmergeyan a li dijî DAIŞê, ne tenê Îraq, dibe ku hemû Rojhilata Navîn rizgar kiribe.” Efserekî Amerîkî Jay Garnerê ku sala 1991ê serperiştiya parastina Kurdistanê kir, dibêje: “Ez wekî birayekî ji te hez dikim, te Kurdistan gihand vê astê û bavê te Mistefa Barzanî dê bi te serbilind bibûya.” Berdevkê berê yê Hevpeymanan Myles Caggins bi navê “Mam Mesûd” wî pîroz dike û balê dikişîne ser pêwendiya di navbera artêşa Amerîkayê û Pêşmergeyan de. Kongre û Senatoya Amerîkayê: Piştgiriya bêmerc Gelek senatoran peyamên pîrozbahiyê şandine. Bill Cassidy û Chris Coons rêza Kongreyê ya ji bo Serok Barzanî tînin zimên. Chris Van Hollen piştgiriya gelê Amerîkayê ya ji bo Kurdan ducare dike. Elissa Slotkin dibêje: “Barzanî kesayetiyekî mezin ê dîroka Îraqê ye û bi saya westiyana wî bû ku mafê Pêşmergeyan li Kongreyê hat garantîkirin.” Senatorê Amerîkayê John Kennedy bi peyameke bibandor dibêje: “Ez ji gelê Kurd hez dikim, ew dostên rast ên Amerîkayê ne û hêjayî welatê xwe ne.” Senator James Lankford, Jeanne Shaheen, Kevin Cramer, Mark Warner, Mike Lee, Peter Welch, Rick Scott, Tim Kaine, Angus King û John Moolenaar, hemû li ser wê yekê hevnêrîn in ku Barzanî û Kurdistan stûna aramiyê ne.…