CivakFlaş

Ocalan destê duyem de wek koardinatorê devjêberdana çekan tê tayin kirin..!

Dewlet ji bo teyîd bike ku PKKê ji dev çekan berda û ew çek radesti hêzên ewlehiya Tirkiye kirine û her weha ji bo radestbûna çekdarên PKKê û vegera wan ji bo Tirkiye , du komiyeta ava dike. Komita yekem ya sereke sibehî civîna xwe ya ewil li dartêxe û dest karê xwe dike.

Dê du komite werin çêkirin,Komiteyek a serekeye û ev komite dê komiteyek di bin xwe re avabike. Di komiteya duyem de Abdullah Ocalan jî cih digre. Lê di vê komiteyê de kesên sivîl cih nagirin.

Komiteya jorîn yanî ya yekem a Bilind, di Serokatiya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz de were damezirandin. Wezîrên Edaletê, Karên Hundir, Karên Derve û Parastinê, û her weha Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT), Îbrahîm Kalın, di nav vê komiteya bilind de cig digrin..

Komiteya duyem dê girêdayê Komiteya bilind kar bike. Herweha ew bi tenê rapora amade dikin û pêşniyarên xwe pêşkêşî komiteya bilind dikin. Biryar hemû ji aliyê Komiteya yekem ya bilind ve tê ne dayîn.

Back to top button