FlaşNivîsar

Ne “pêvajoya” çareseriya pirsa kurd e..!

Kurd, taybetî yên li ser xeta netewî siyasetê dikin û dewletbûna kurdan diparêzin divê bi hişyarî pêvajoya heyî û rûdanên di çerçoveya vê pêvajoyê de çêdibin şirove bikin.

Dara Bilek

Pêvajoya heyî yanî ew pêvajoya ku, bi navê Dewleta Tirkiye bi daxûyaniya serokê MHPê destpêkirî rojane bi awayên cuda tê gotubêj kirin. Roja ewil dewletê navê pêvajoyê danî. “Pêvajoya Tirkiye ya bê teror”, Ocalan jî ev yek pejirand û piştî banga Bahçelî heyetek ji DEMê serdana Ocalan kir û Peyama Ocalan ya ji bo pêvajoyê bi destnivîsa Ocalan li Stanbulê di civînek a medyayî de eşkere kirin.Di gotina Ocalan de behsa Kurda yan jî çareseriya pirsa kurd nayê kirin. Tenê behsa “Entegrekirina Demokratik” tê kirin. Vêca herkesek vê gotarê li gora xwe dinêrxîne.

Niha armanca dewletê kifşe û rayadarên dewletê vê yekê vekirî gotubêj dikin û bername û plana ku dixwazin rêve herê roj bi roj meydanî pêktînin.

Lê di nava PKKê de ev zelalî tuneye. Li ser dawxaziya Ocalan PKK kongreyek li darxist xwe fesih kir û biryara devjêberdana çekan da. Heta ev yek bi rewrismek sembolî ji Raya Gişti re ragihand.

Dawîhatina wî şerê bê wate erêniye, devjêberdana çekan erêniye, sekinandina şer, fesihkirina PKKê hemû gavên başin û berjewendiya herkesekî di vê yekê de heye. Taybetî li bakurê Kurdistanê dema siyasetmedar, partiyên siyasî bêjin ku, şerê heyî zererek mezin daye Kurdistanê û civak a kurd tehrîbatên di nav Kurdan de peyda kirî bi dehê salan çaresernabe, birînên hatin vekirin bi dehê salan nakewin, pirsa kurd bi metodên demokratik bi rêya diyalogê tê çareserkirin. Şer di van tiştan de asteng e. Gerek ji bo van sedemên ku têne gotin pişgiriya vê pêvajoyê bikin.

Lê dema di çerçoveya vê pêvajoya ku armanca xwe ji serîve û bi zelalî eşkere kirî, behsa çareseriya pirsa Kurd bê kirin ev çewtiyekî dîrokî peyda dike. Raste dema mirov bêje, pirsa Kurd hêdî ne bi rêya şer bi metodên demokratik û rêya diyalogê tê çereserkirin, ev tiştên li jor hatîn gotin rê li pêşiya vê siyaseta ku aşitiyana bê rêve bir vedike.

Lê pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror” ne pêvajoya çareserkirina pirsa Kurd e. Gerek ev bi zelalî bête gotin. PKK di rêya daxwaziyn netewî yên Kurdan de asten bû. PKK pirsa Neteweyî ret dike, li dijê nirx û sembolên netewî tevdigere. Lê li himber vê siyaseta PKK dema pêvayok bê holê ku, PKK bê çek bike ev tê wateya ku leyiztika 40 salî yan bi temamî dawî tê yan jî rengek din werdigire û bi rêyek din berdewam dike. Gerek aliyên siyasî vê yekê binirxînin û siyasetekî biafirînin.

Di vê pêvajoyê de rojane daxûyaniyên cuda ji aliyê Qendil û carcaran jî ji aliyê partiyên wek DEMê ve têne dayîn. Taybetî daxûyaniyên DEMê gelekî bê wate ne û ew ne cihekî biryarê di vê pêvajoyê de ne, ew di vê qonaxê de bi tenê pîyonekî di leyiztikê de ne. Biryar biryara Ocalan e. Lê hinek cara taybetî li Qendil dikarin li dijê hinek biryarên Ocalan derkevin û tişta di bingehê xwe de pêvajoya heyî dereng têxê jî bi temamî iqnanebûna Qendil e.

Li Rojavayê Kurdistanê şaxê PKKê HSD hate fesih kirin û hêzên wan yên leşkerî tevlî Artêşa Suriye kirin, hêdî tiştek bi navê HSDê nema. Li vê derê daxwaziya Ocalan û Tirkiye bi temamî cih bû.

Li Rojhilatê Kurdistanê PJAK jî beşek ji PKKê ye. Lê ew heta wek vê gavê xwe naxên di nava pêvajoya bêçekkirina çekdarên PKKê de. Di daxûyaniyên xwe de , vekirî dibêjin Ocalan rêberê wane û ew li ser eger hebe”felsefa” Ocalan siyasetê dikin, lê behsa devjêberdana çekan nakin.

Li Herêma Kurdistanê, PKK di bin çavderiya dezgehên ewlejhiya Tirkiye de ji dev çekan berdidin. Çekdarên PKK ji xalên sinor ên navbera bakur û başûr de xwe didin aliyekî van cihan tevlî hemû çek û heyinên xwe radestî Arteşa Tirkiye dikin. Lê şervanên PKKê li deverên sinorê Rojhilat û başûr cih dibin. Herî dawî li Şingalê Ocalan da xûyakirin ku, divê hêza PKKê(YŞB) li deverê tevlî Artêşa Iraqê bibe. Bila Şengal Bexdayê ve girêdayîbe. Ya balkêş ew bû ku, piştî vê daxûyaniya Ocalan berdevkê AK Partiyê Omer Çelik jî di derbarê Şingalê de heman daxûyanî da.

Şingal Kurdistan e, Statûya Şingalê li gora maddeya 140 di nava Bexda û Hewlêr de tê çareserkirin.

Wek ku dixweyê ev pêvajo ne pêvajoyeka çareseriya Pirsa Kurd li tu deveriye.

Pêvajo di navbera Dewleta Tirkiye û PKKê de ye.

Armanca Pêvajoyê “Tirkiyeyek bê teror” e.

Veca gelek aliyên cuda yên vê pêvajoyê hene, û gelek berfireh gerek ev pêvajo bê nirxandin û aliyên Kurd taybetî yên li ser xeta netewî siyasetê dikin û dewletbûna kurdan diparêzin divê bi hişyarî pêvajoya heyî û rûdanên di çerçoveya vê pêvajoyê de çêdibin şirove bikin. Dê pêşeroj û bûyerên meydanî behtir bide xûyakirin rastiya “Pêvajoyê” çiye.

Helwesta aliyên siyasî di vê mijarê de girîng e .

8.10.2026

Back to top button