
Îro li Dadgeha Cezayê Silêmaniyê dê rûniştina heftemîn a darizandina Lahur Şêx Cengî û 11 girtiyên Lalazarê were lidarxistin.
Dana Teqyedin, berdevkê parêzerên Lahur Şêx Cengî, ji Kurdistan24 re got ku tê payîn di vê rûniştinê de êfadeya dawî ji Lahur Şêx Cengî were girtin, lê ew ne piştrast in ka dadgeh dê delîlên din pêşkêş bike an na. Wî zêde kir ku delîlên ku heta niha ji tîmê parêzeran re hatine pêşkêş kirin ne bawerbar in.
Berdevkê tîmê parêzeran got ku rûniştina îro ji bo dozê, nemaze ji bo berdana hin ji bersûcan, diyarker e. Wî her wiha du îhtimal pêşniyar kir: An hin ji bersûcan piştî wergirtina daxuyaniyên xwe yên dawî werin berdan û ji dadwer re werin şandin, an jî ceza ji hêla dadwer ve ji wan re were ravekirin.


