Kultur
Fîlma Jan li Brîtanyayê 2 xelatên sereke standin
15/07/2026
Fîlma Jan li Brîtanyayê 2 xelatên sereke standin
Fîlma “Jan” di Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Kurdî ya Birminghamê ya li Brîtanyayê de 2 xelatên sereke standin. JAN xelata “Senaryoya Herî Baş” û “Lîstikvanê Herî Baş” istand.. Derhênerê fîlmê Burhan Ehmedî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku fîlmê li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Birminghamê serkeftineke baş bi dest xistiye û 2 xelat wergirtine. Ehmedî her wiha destnîşan kir: “Xelat niha li bajarê Silêmaniyê ne û ji ber hinek rêkarên fermî hîn negihîştine ber destê me.” Lîstikvanê navdar ê Başûrê Kurdistanê Mahîr Hesen di fîlmê de lîstikvanê sereke ye. Mahîr Hesen di festîvalê de xelata “Lîstikvanê Herî Baş” stand. Li gel Mahîr Hesen, lîstikvanên wekî Şîma Melayî, Maîde Fezlî, Efşîn Xidirî, Niştiman Resûlnejad, Ekrem Mihemedî û Leyla Beygîzade jî di fîlmê de rolên sereke lîstine. Li Sineyê hatiye girtin Derhêneriya fîlma “Jan” ji aliyê Burhan Ehmedî ve hatiye kirin û Mahîr Hesen û Burhan Ehmedî bi hev re çêkerên fîlmê ne. Karên wênegirtin û hilberîna fîlmê di navbera salên 2022 û 2023yan de li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatine kirin. Vê fîlmê berê jî di festîvalan de gelek serkeftin bi dest xistibûn. Di nav wan de xelata “Fîlma Çîrokbêj a Herî Baş” a li Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Thessalonîkiyê ya li Yunanistanê û Xelata Yilmaz Guney a ji bo “Fîlma Herî Baş” a li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê hene.
Taxên Krîstiyan ên li Kerkûkê ber bi valabûnê ve diçin
27/06/2026
Taxên Krîstiyan ên li Kerkûkê ber bi valabûnê ve diçin
Li bajarê Kerkûkê pêla koçberbûna Krîstiyanan berdewam e. Ji ber rewşa nebaş a ewlehiyê û astengiyên li pêşiya jiyanê, taxên…
“Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” ya sêzimanî ji aliyê Weşanên Avestayê ve hat çapkirin
12/06/2026
“Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” ya sêzimanî ji aliyê Weşanên Avestayê ve hat çapkirin
Zimanê Kurdî di warê zanistê de gihîşt qonaxeke nû û “Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” ya sêzimanî, wekî ferhenga yekê ya çapkirî…
Roja zimanê Kurdî pîroz be
15/05/2026
Roja zimanê Kurdî pîroz be
Xwe binas…Celadet Alî Bedir-Xan Belê xorto xwe binas, lê ne ser pelekî, xwe qenc, bi dehkere û bingeh binas. Xorto!…
15 GULANÊ, 94 SALÎYA SALVEGERA KOVARA HEWARÊ PÎROZ BE!
15/05/2026
15 GULANÊ, 94 SALÎYA SALVEGERA KOVARA HEWARÊ PÎROZ BE!
Bêgûman xebata Mîr Celadet ya di warê rastnivîsandin û gramera kurdî de bêhempa ye. Zinar Soran Di 15 gulana 1932an…
Berhemên klasîk ên Kurdî..
06/05/2026
Berhemên klasîk ên Kurdî..
Rektorê Zanîngeha Artukuyê li Mêrdînê Prof. Dr. Îbrahîm Özcoşar, derbarê berhevkirina berhemên klasîk ên Kurdî de got, “Ew ji berhevkirinên…
Pervîn Çakar li ser ‘muzîka Kurdî’ bersiva Ferhan Göçer dide
29/04/2026
Pervîn Çakar li ser ‘muzîka Kurdî’ bersiva Ferhan Göçer dide
Pervîn Çakar li ser ‘muzîka Kurdî’ bersiva Ferhan Göçer dide: Divê ew di forma xwe ya resen de were parastin.…
Bi hestên dewletbûnê, Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be
22/04/2026
Bi hestên dewletbûnê, Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be
Yekemîn Rojnameya Kurdî ya bi navê “Kurdistan” berî 128 salan li 22 Nisan 1898 li Qahîre ya paytexta Misirê dest…
128 Salîya Rojnamegerîya Kurdî Pîroz Be
22/04/2026
128 Salîya Rojnamegerîya Kurdî Pîroz Be
Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): 128 Salîya Rojnamegerîya Kurdî Pîroz Be Rojnameya pêşîn a kurdî, Kurdistan, di 22ê…
Giringiya bikaranîna alfabeya Latenî
19/01/2026
Giringiya bikaranîna alfabeya Latenî
GIRINGIYA BIKARANÎNA ALFABEYA LATÊNÎ JI BO NETEWEYÊ KURD Bêguman, tarîxa alfabeyan pir kevn e. Bi hezaran sal berî Îsa Pêxemberî,…
Sersala we pîroz be
28/12/2025
Sersala we pîroz be
Gelî zarok / ciwanên delal û hêja, em wek weşanxane bi nivîskarê xwe ve, sersala we û malbata we, bi…
Ferhenga Kurdî û Tirkî
21/12/2025
Ferhenga Kurdî û Tirkî
Demek berê biraderê me Ehmed Korkut ê ku li bajrê Qeyserê mamostetî dike, wek diyarî vê ferhenga bi navê ”Ferhenga…
Cizîra Botan pêşwaziya serok Barzani dike
29/11/2025
Cizîra Botan pêşwaziya serok Barzani dike
Li Cizîra Botan Sempozyûma 4emîn a Melayê Cizîrî tê lidarxistin û tê payîn ku Serok Mesûd Barzanî jî îro tevlî…
Çar Pirtûk
21/11/2025
Çar Pirtûk
ÇAR PIRTÛKÊN Ji PENCÎNAR Weşanxaneya Çanda Kurdî Hlja ye bê gotin ku jimara pirtûkên Zeynelabidin Zinar digel van 4 pirtûkên…
Konsera Koma Amedê ya Wanê hat betalkirin
09/11/2025
Konsera Koma Amedê ya Wanê hat betalkirin
Konsera Koma Amedê ya ku 22yê Çiriya Paşîn li Wanê bihata lidarxistin, ji ber şert û mercên hewayê hat betalkirin.…