FlaşNivîsar

Agahdar be, Ey miletê bê dewlet!!!

Kurdistanê ya li ser tabûta nemir, bi zanetî bi gulan veşartin û paçikên sembola pkk li kêleka tabûtê daliqandin. Li ser dîwêr ala tirkan û wêneyê Ataturk bi serê xwe sinyalek e…

Bûbê Eser

Miletê Kurd ku bi salan bindest e. Loma jî dagirker û sîxurên nav malê, lê weha kirine ku ew zû bi zû nikaribe xeteriyan bibîbine. Tenê dema dikeve sikrata mirinê wê dibîne, lê êdî nema dikare tiştekî bike. Tenê bi tepikan bi çongên xwe dikevin ku ev jî tu fêdê nade…

Ji ber vê ye ku biyanî dibêjin: ”Aqilê kurdan yên talî li serê min ba”. Ji ber ku dema her tiştek diqede ji nû de aqilê kurdan tê serê wan. Lê êdî nema dikarin tiştekî bikin. Nivşê li dû jî, ji vê aqilekî û tecrubeyekê nagirin û ev rewş her berdewam e. Heger em dîroka kurdan bixwînin em ê vê bi rehetî bibînin. Hezar mixabin ku kurd dîroka xwe naxwînin û nizanin. Ji ber vê ye ku em weke milet tim wenda dikin.

Xalê Mehdî Zana bi tekoşîn û berxwedana xwe ya zîndana Diyarbekirê, ji bona kurdan bû bû sembola azadiyê. Nav û dengê wî, qîmet û rûmeta wî, ne ji berku tenê serokê Şaredariya Diyarbekrê bû. Ew tekoşerekî Kurdistanî bû.

Ji ber ku piştî berdana xwe jî ne bû pkk û weke wan xwest wî nekir. Ji ber ku ew Kurdistanî bû. Ji ber vê bû pkk li gor gotinên Evdilayê xwe, ava serê nemir kelandin. Berê jin jê girtin, dest avetin zarok û merivên wî, lê wî her serê xwe weke qehramanekî zîndana Diyarbekirê netewand.

Loma jî ew li ser xeta xwe ya Kurdistanî ma û li gor wê jî tiştên jê hat, heta koça xwe ya dawî pêk anî bû. Ji bona wî xet Kurdistanî bû. Ji ber ku ez û ew em du rêhevalên hev yên zîndana Diyarbekirê û him jî weke du dostên hev yên nêzîk bi salan li Swêdê jî bûn. Ji ber vê gelek taybendmediyên wê ji nêzîk ve dizanim û nas dikim.

Tiştên ecêp dewletê û pkk xwestin wî bikin malê pkk. Ji xwe malê pkk jî yên dewletê bi xwe ye. Bi gotineke din, hin dimrin jî pkk dest ji wan bernade û dixwaze bi reng û sembolên xwe, wî/ê bikin yên xwe.

Di merasîma nemir rehmetî xalê Mehdî de jî ev kirin. Ala Kurdistanê ya li ser tabûta nemir, bi zanetî bi gulan veşartin û paçikên sembola pkk li kêleka tabûtê daliqandin. Li ser dîwêr ala tirkan û wêneyê Ataturk bi serê xwe sinyalek e. Dibe ku ev baş nehat dîtin, lê ev bi serê xwe biryareke mezin û destpêka pêvajoyeke nû ye.

Pkk/DEM îro ev bi konetî(zanetî) kirin. Wê sibê bi eşkereyî nehêlin ku êdî kurd ala gelê xwe bavêjin ser miriyên xwe. Ji ber ku her destpêkek sinyala pêvajoyekê ye. Heger kurd di vî warîde, şiyar nebin û bi hevre pêşî li vê negirin, sibê em ê nikarim ala xwe ji tirsa pkk/DEMê bavêjin ser miriyên xwe.

Ji xwe li hevkirina pkk û dewletê li ser vê armancê ye ku sibê ji dêlva polîs û leşkerên dewletê, wê wan gerîlayên qehrananên serê ciyanin kurdistanê, bikin parêzvanên dewletê. Wê dem bê, êdî kurd dê nikaribin ji tirsa wan, sembol û hêjahiyên xwe yên neteweyî biparêzin û miriyên xwe bi ala kurdistanî veşêrin. Divê kurd şiyar bin…

Wê miletê kurd êdî bi piştgiriya dewletê, li zer zilm û êşkenceyên wan qehremanîm serê çiyan ku wê bibin parêzvanên dewletê bijîn ku kurd û kurdistan neyê bi nav kirin.

Loma destpêka vê jî ji cenazeyê rehmetî xalê Mehdî hate destpêkirin û em ê binerin û bibînin dê ev ê li ku bisekine. Heger pêşî li vê neyê girtinê, wê sibê xeterên mezin li pêşberî me bin.

Heger partiyên ji xwe re dibêjin em Kurdistanî ne, bi hevre li ser xet û eniyek neteweyî de yekitî û yekrêziya xwe ji niha de pêk neynin, dê sibê ev ê qet pêk neyê. Wê li gor daxwaza dewletê li ser destê pkkê êdî kurd wê ji kurdbûna xwe dûr bikevin.

Heger Kurd vê sinyala li ser tabûta nemir Mehdî Zana nexwînin û nebînin, sibê wê tu cenazeyên me bi ala Kurdistanê neyên xemilandin. Ev ê jî bibe ser sedema ku hizra kurdî wê roj bi roj ji nava kurdan bifûre…

Ji ber vê xeteriyê û gelekên din hêvî û rica dikim ku partiyên me yên Kurdistanî vê rewşê zû bibînin û bixwînin da ku bikaribin eniyeke neteweyî bi hevre li ser hîmên li hevkirineke neteweyî vê pêk bînin.

Back to top button