
Gelek cara dema behsa “Pêvajoya” heyî tê kirin hinek siyasetmedar berê xwe ji rastiya heyî vediguhêzin. Roja ku dewletê bi banga serokê MHPê Devlet Bahçelî pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror” destpêkirî û serokê PKKê Abdullah Ocalan bersiva wî dayî heta wek roja me demek gelek dirêj derbas bû.
PKKê xwe fesih kir, devjêberdana çekan ragihand û pêvajo bi awayekî ket rê. Li himber vê kiryara PKKê dewletê PKK/DEM jî di nav de û erêkirina DEMê di parlementoyê de qanûnek derxist. Lê dewlet vekirî dibêje, heta ku dezgehên me yên di qadê de biryar nede û ev biryar ji aliyê Konseya Ewlehiya Netewî ve neyê pejirandin, ev qanûna ji parlementoyê derbas bûyî nakeve praktîkê de.
Berpirsên PKK gelek caran daxûyaniyên didin bi awayekî dibe sedema du dilîya dewletê. Cemil bayik di hevpeyvîneka xwe ya kanalên PKKê de vekirî dibêje ku, ev qanûna hatî derxistin têrê nake û vê qanûnê qebûl nakin û li gora gelek pisporên siyasî Bayik di vê pêvajoyê de hewldide ku, rolê Ocalan biçûk bike. Herweha vekirî rexneyek tund li Mazlum Ebdî dike û dibêje: Gerek Ebdî postê ku wek şêwirmendê Şara wergirtî qebûl nekiriyabû. Bayik vekirî naşan dide ku bi vî awayî ew dev ji çekan bernadin û venagerin Tirkiye. Bayik dibêje gerek serokê PKKê Ocalan serbest bê berdan. Dixweyê di nav rêxistinê de hinek alî yan jî kesên bi bandor pêvajoyê bi helwestên xwe dereng têxin yan jî naxwazin. Bayik vekirî îma dike ku, rêxistinê ev desthilatî daye Ocalan da ku vê pêvajoyê rêve bibe û kesek li ser rêxistinê re tuneye. Ev yek tê çi wateyê? Vekirî helewsteke li himber Ocalan.
Ji aliyek din ve tê zanîn ku, di nava partî û siyaseta Tirkiye de heta di nava dewletê de hinek alî li dijê vê pêvajoyêne û bi hewldidin pêvajoyê têk bidin.Vêca dema kesên wek Bayik van daxûyaniya didin ev dibe wek qertekî destê aliyên Tirkiye yên li dijê pavajoyê ne.
Dema mirov berê xwe didê pêşketinên vê “pêvajoyê” dixweyê vekirî di nava PKK/DEM û aliyên bi wan ve girêdayî nexweşiyek mezin heye. Ynî kirina çalakiyan ji bo qaşo azadiya Ocalan ji aliyê PKKê ve gelek tiştek bê kenuk e. Gelo hêja ew bawerdikin ku Ocalan girtiye û di zindanê de ye,yan gelek bi zanebûn ji bo hêja bimînin ser pîyan vê dikin.
Ev pêvajo pêvajoyeke di nava dewletê û PKKê de ye, ne pêvajoya çareseriya pirsa Kurd yan pêvajoya destxistina hinek mafên Kurdan ên netewî ye. Pêvajoya dawî anîna şerek 40 salî yê bê wateye û ev jî ji bo civaka kurd gelekî erêniye. Kêmasî hêdî insan ji piskolojiya şer û bandora propagandeyên PKKê xilas dibin. Ji aliyek din ve hêceta dewletê ya zordariya ku çalakiyên PKKê dikira sedem û li ser xelkê dikira ji holê radibe.
15.10.2026
Nêrîn/Şirova


