CîhanFlaş

François Hollande: Eger Kurd bixwazin bihêz bin divê bibin yek

 Serokkomarê berê yê Fransayê François Hollande ragihand ku eger Kurd bixwazin bihêz bin yekane rêya wê yekîtiya navxweyî ye.

Serokkomarê berê yê Fransayê François Hollande ji Rûdawê re qala bîranîn û ziyaretên xwe yên Herêma Kurdistanê û hevdîtinên xwe yên li gel Serok Barzanî kir.

François Hollande bal kişand ser qehremaniya Kurdan a di têkbirina DAIŞê de.

Wî li ser wan metirsiyên herêmî û navneteweyî yên ku Kurd rû bi rûyî wan dibin hişyarî da.

Hollande her wiha peyameke girîng arasteyî serkirdayetiya siyasî ya Kurdan kir û destnîşan kir ku yekane rêya bihêzbûn û parastina mafan, pêkanîna “yekîtiya navxweyî” ye.

Ev jî pirs û bersiv in:

Rûdaw: Rêzdar Serokkomarê berê yê Fransayê François Hollande, gelek spas ji bo vê hevdîtinê. Cenabê we Herêma Kurdistanê ziyaret kir û li gel Serok Barzanî hûn çûn Mûsilê. Hûn dikarin ji bo me behs bikin ku ew ziyaret ji bo we çawa bû û qala girîngiya rola Kurdan a di şerê li dijî DAIŞê de bikin?

François Hollande: Ez du caran çûm Kurdistana Îraqê. Serok Barzanî ez pêşwazî kirim. Em bi hev re, li gel parastineke leşkerî çûn ser xeta eniyê. Em çûn wî cihê ku me Mûsil didît. Wê demê Kurdistana Îraqê ewle bû lê DAIŞ hîn li nêzîk bû.

Vê yekê pêwendiyên gelekî bihêz di navbera min û Serok Barzanî  de çêkirin ku dê ev pêwendî her bidomin.

Rûdaw: Li gorî dîtina we, civaka navneteweyî çi berpirsiyariyên xwe li hemberî bicihanîna mafên gelê Kurd hene?

François Hollande: Kurd qet bi temamî dilrehet nebûne. Loma jî ew her tim rû bi rûyî metirsiyên wekî guhertina rejîman an guherînên navneteweyî ne. Wekî niha di vê demê de bi vî şerê di navbera Îran û Amerîkayê de Kurd dîsa bûn armanc. We dît ku bombebaran li Kurdistana Îraqê çêbûn.

Kurdên Sûriyeyê jî her wisa, em ne bawer in ku dê her tim ev rewşa aramiyê bidome loma divê mirov gelekî baldar be.

Ez Kurdên Tirkiyeyê jî ji bîr nakim, di wê pêwendiya ku niha ji bo pêvajoya aştiyê hatiye avakirin de. Divê Fransa çavdêriyê bike da ku hemû civakên Tirk û Kurd li her derê cîhanê parastî bin û piştgirî li wan were kirin û bên parastin.

Rûdaw: Pêşniyara we çi ye ji bo serkirdayetiya siyasî ya Kurdan di vê rewşa metirsîdar a niha ya Îraqê de?

François Hollande: Kurd jî wekî gelên din in parçe parçe ne. Nexwe divê ew bibin yek. Ev prensîb bi xwe ye, eger mirov bixwaze bihêz be, divê mirov yekgirtî be. Ev e ya ku divê were kirin.

Back to top button