FlaşNivîsar

Çima divê HAK-PAR xwe dûr bigire???

Ya girîng li kuçe û kolanên Kurdistanê de xwe xuyakirin e. Bi alên Kurdistanî bi slogoanên em ”Federalîzmê dixwazin” xwe bera nava gelê xwe bidin ku ew gel jî ji we bawer bikin..

Bûbê Eser

Divê HAK-PAR xwe ji nava gengeşî û munaqeşeyên li ser navê yekitiyan pêk tê,  vekşîne. Ji ber ku li bakurê Kurdistanê hin fêrî belavbûnê bûne, lê xwe weke yekitiyan dixwaze, rê didin. Di asasê xwe de yekitî karekî giran û barekî mezin e. Yên vî barî hilgirin jî partiyên me yên siyasî ne. HAK-PAR jî yek ji wan partiyan in.

Loma divê HAK-PAR jî gavên cidî ku berbi yekrêziya mala kurdan ve bêne avêtin, ew jî xwe di nav de bibîne. Erk û barê wê her çiqasî giran jî be, divê vê bike. Lê pêwîste xwe ji munaqeşe û gengeşiyên ne di berjewendiya gel de bin, dûr bigire, heye.

Li ser navê Kurdan ji bilî HAK-PARê tu partiyek din nikare bikeve hilbijartinan. Loma dixwazin û têdikoşin ku HAK-PARê jî weke xwe bikin. Ya rastî naxwazin li bakurê Kurdistanê li hember Kemalîstên Kurd û dewletê, kurdên bakurê Kurdistanê bibe xwedî altarnatîfekê. Ev fikir û raman zûde li ser destê Kemalîstên kurd ve hatiye bi cih kirin. Divê Kurd haydarî vê bin.

Heger îro HAK-PAR ne altarnatîfek xurt jî be, dîsa bi vê hebûna xwe, bi vê hêz û qaweta xwe rê nade ku Kemalîstên Kurd her tiştên kurdan bixe xizmeta dewletê. Ev bi serê xwe jî altarnatîfek e. Lê yên perçebûnê dikin, naxwazin û nayê hesabê wan ku HAK-PAR hebe. Lê ya rastî di şert û mercên îro de HAK-PAR şansek e. Ya girîng divê kurd vê şansê çawa bi kar bînin e…

Ji ber vê ye dolaban digerînin da ku HAK-PAR xurt nebe. Li gor min ev rûn kişandina li ser nanê Kemalîstên kurd e ku ew jî rojekê bibin xwedî pariyekî ku Kemalîstên Kurd bide wan. Herku hibijartinên li tirkiyê û bakurê Kurdistanê nêzîk dibe, lîstik fen û fût jî zêde dibin…

Ji ber vê hin dixwazin HAK-PARê jî bikşînin nava gengeşî û munaqeşeyên pûç û vala. Hêvî û rica min ji hemî alîgir, endam û rêvebirên HAK-PARê ew e ku xwe ji wan munaqeşe û gengeşiyên ku wê zerarê bide we, dûr bigirin. Bi karê xwe û bi rêxistiniya xwe ve mijûl bibin. Tiştên we karibûn bikin, bike. Karên ji derî hêz û qaweta we bin jî hewaleyê wextê bikin. Bi vî awayî hûnê bi serkevin.

Lê heger we xwe xist nava mûnaqeşeyên ku hinek ji betalî ku pê sebra xwe tînin, hûnê jî xwe weke wan pûç û vala bikin. Erdnigara Kurdistanê firehe, cihê xebata herkesan têde heye. Fermo kî dikarin çi bikin, bila xwe bera meydanê bidin.

Di nava çar dîwarande axaftin, rexnekirin û perçekirin hêsan e. Ya girîng li kuçe û kolanên Kurdistanê de xwe xuyakirin e. Bi alên Kurdistanî bi slogoanên em ”Federalîzmê dixwazin” xwe bera nava gelê xwe bidin ku ew gel jî ji we bawer bikin. Helbet serxwebûna Kurdistanê di dilê her kurdekî de ye, lê divê em pêlik bi pêlik hilkişin ku bêyî bikevin, xwe bighêjînin wê armanca pîroz.

Dubare ricayê ji hemî endam, rêvebir û dostên HAK-PARiyan dikim ku kê di derheqê we de çi gotin, nivîsîn, bersîva wan nedin. Hûn karê xwe bikin, bila hin jî we li ser navê yekitiyan rexne bikin. Lê yên bi alîkariya we ve rabin û destên dostaniyê dirêjî we bikin jî ji bîr nekin.

Lê heta ji we tê û bê, bila navbera we û PWK tim xweş bî, geş bî. Heger îro hûn li hev nekin sibê wê miheqeq yekitiya we pêk bê. Li hemberî PWK bila hilma we fireh be. Ez bawerim dê ew roja ku ev herdu partî bibin yek dê bê. Di nava HAK-PAR û PWK de û gelek rewşenbîr û nivîskarên vî gelî de ku kesên vê dixwazin pir in. Loma dibêjim: Roj tê rexne û gotinên me re yên pûç û vala li me re vedigerin. Lê bila ew veger ne ji bona HAK-PARê be.

Li tu dera cîhanê yekitiyek bi her awayî mukemel û hemî endam wek hev difikirin, tune ye. Yekitî li ser asasî berjewendiya milet û gel pêk tên. Wekî din gotin vala ye. Em ê wê rojê jî bi hevre bibînin. Yekitiyek ji HAKPARê ê PWK pêk bê, dê bibe altarnatifek bi hêz û qawet dê tu kes nikaribin wê hilweşînin. Ev yekitî wê hembêza xwe ji hemî partî û kesayetiyan re veke. Ji ber ku PWK bi avakirina xwe destpêkek nû, helwest û baweriyeke taze da û dide gel. Loma bi yekitiya herdu partiyan fikir û ramanên nû di li ser erda bakurê Kurdistanê şîn bibe.

Em dizanin ku niha li bakurê Kurdistanê du partiyên me yên ji hev razî ku tu bibîne tune ne. Bi serde jî herkes behsa yekitiyan dikin. Tu bi endam û rêvebirên kîjan partiyî re diaxifî, miheqeq ewên çend gotinên çors bavêjin çend partiyên din ku ew yekitiyê naxwazin. Ev bi serê xwe jî kerasetek e.

Tu ji kîjan partiyê re behsa yekitiyê dike, ew xwe dike kilîta yekitiyê. Her weha xwe dike tekane partî ku ew bi her awayî yekitiyê diparêze! Loma ez bawerim dê roj bê HAK-PAR û PWK wê vê bendavê jî derbas bikin. Wext û zeman lazim e, Bêhnfirehî, aramî û sukûnet pêwîst e. Me zimanekî nerm û çêkir divê. Dê em ê wê rojê jî bi hevre bibînin…

Back to top button