
Rêzdar bi wî zimanê xwe yê nerm û dîplomatîk di qada navneteweyî de gelek destketiyên hêja ji bona Kurdistaneke aram bi dest aniye.

Bûbê Eser
Milet, dewlet, eşîr û malbatên mezin bi saya diplomat ango kesên ku dikarin li ser navê gelê xwe, welatê xwe, malbat û eşîra xwe, bi saya danûstendinên xwe, wan bighêjîne rehetiyê û ji xeteriyan azad bike, kar dikin.
Her weha pêwîst e ew kes û kesayetên bi karê dîplomasî ve radibin, divê di vê derheqê de xwedî zanîn û têgihiştinekê bin ku bikaribin li gor berjewendiya gelê, xwe di qada navneteweyî de doza gelê xwe bi wan bide qebûlkirinê.
Îro li seran serê cîhanê karên dewletan bi saya dîplonasî heye û saya wê serketin an wendakirina welatekî pêk tê. Welatên ku xwedî dîplomatên zîrek û jêhatî bin, serketin tim dê bibe para wan. Her weha dîplomatên zîrek bi destanîna hin mafên di berjewendiya gelê xwe, di qada navneteweyî de jî dibin xwedî erk. Ji ber ku îro piraniya kar li ser destê dîplomatan têne bi rêve birin.
Dîplomatekî jêhatî, serketî, zana û jîr milet û xelkê xwe, ji gelek xeteriyan azad dike. Miletê xwe di qada navneteweyî de dike xwedî destketiyên baş û girîng.
Em weke Kurd hemî şahidên wê yekê ne ku piştî azadiya başûrê Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî, çi di dema serokwezîrtiya xwe de û çi jî niha weke serokê herêma Kurdistanê bi awayekî zanistî û weke pisporekî têgihiştî û bîrewir, çi di qada navneteweyî de û çi jî di nava xwe de ango di nava kurdan de dîplomatekî zîrek e. Bi vê zîrekbûna xwe jî kesayetiyekî bê hempa ye.
Ji ber vê ye ku ew çi di nava kurdan û çi jî di qada navneteweyî de tê hezkirin. Rêzdar bi wî zimanê xwe ê nerm û dîplomatîk di qada navneteweyî de gelek destketiyên hêja ji bona Kurdistaneke aram bi dest aniye. Bi vê dîplomasiya xwe, bi zanebûn û zîrekbûna xwe di gelek qonaxan de li hember xerabiyên dagirkeran weke polekî sekiniye. Bi vê helwesta xwe jî cenabî wî pêşî li gelek xerabiyên wan, bi wê dîplomasiya xwe girtiye.
Her weha cenabê wî weke serokê herêma Kurdistanê, bi wê zanebûn û zîrekiya xwe gelek nakokiyên nava kurdan jî çareser kirî ye. Ji bona kurd rû bi rûyên xerabiyan nebin, ketiye nava gelek hewldanana û bi ser jî ketiye.
Di yekgirtina pêşmêrgeyên başûrê Kurdistanê de rola wî diyar e. Nêzîkbûna pdk û ynk ê de xebat û cahdên mezin pêk anî ye. Di çalakbûna parlemena başûrê Kurdistanê de ku ji nû de bi yek dengî kar bike, gelekî ked dayê. Loma rola cenabê wî di yekgirtina pêşmêrgeyan de, ji nû de çalakbûna parlemena başûrê Kurdistanê de xebat û cahdên wî hêjayî pesinandinê ye.
Bi wî zimanê xwe ê nerm û xweş, bi wê dîplomasiya xwe ya cîhanî de qedr û qîmeteke wî ya mezin heye. Loma cenabê wî jî li gor wê qedir û qîmeta xwe ya navneteweyî, ji bona berjewendiya Kurdistanê erka xwe ya neteweyî tîne û aniye cih.
Loma jî rol û erkên dîplomatan mezin û girîng e. Ji ber ku em Kurd jî bi şansin ku îro em xwedî dîplomatekî weke rêzdar Nêçîrvan Barzanî ne.
Ha meselê tenê li vir diqede? helbet na. Divê em çi rewşenbîr, ronakbîr, nivîsakar, hunermend jî bi nerîn û dîtinên xwe, bi zanîn ku kanînên xwe ji cenabêwî re bibin alîkar da ku ew jî bikaribe bi rehetî li ser navê gelê xwe dîpolomasiya navneteweyî û navxweyî bimeşîne…


