
Dijeterora Kurdistanê belav kir ku, bi du dronan êrîşî ser kampa penaberên Rojhilat li Kewrgoska qezaya Xebatê ya Parêzgeha Hewlêrê hate kirin.
Li gorî zanyarên Dijeterora Kurdistanê, şevîdin seet 10:19 bi rêya du dronên bombekirî êrîşî ser kampa penaberên Rojhilat li Kewrgoska qezaya Xebatê ya Parêzgeha Hewlêrê hate kirin.
Dijeterora Kurdistanê di wê daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kir ku ketina dronan ti zirareka canî jê peyda nebûye.


