CîhanFlaş

Rubio:Bandora Îranê li ser tengava Hûrmûzê nemaye

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio da zanîn ku Îranê kontrola xwe ya li ser Tengava Hurmizê bi temamî winda kiriye û aboriya Tehranê jî li ber têkçûnê ye.

Marco Rubio îro li Atînaya paytexta Yunanistanê daxuyanî da rojnemevanan. Rubio Got: “Tengava Hurmizê vekirî ye. Niha nêzîkî wê qasê petrola ku beriya destpêkirina şer dihat şandin di tengavê re derbas dibe. Ji ber vê yekê Îraniyan kontrola xwe ya li ser tengavê bi temamî ji dest daye.”

Rubio da zanîn ku aboriya Îranê ji ber cezayên Amerîkayê di rewşeke gelekî xerab de ye.

Rubio bal kişand ser bernameya nukleerê ya Îranê jî û diyar kir ku ew li dijî bidestxistina çekên nukleer a ji aliyê Tehranê ve ne û anî zimên:

“Divê çekên nukleer yên Îranê nebin. Mesele ew qasî hêsan e. “

Rubio destnîşan kir, divê her peymana ku Amerîka qebûl dike garantî bike ku Îran ti carî nikaribe çekên nukleer çêbike.

Back to top button