
Hêzên ewlehiya navxweyî yên hikûmeta Sûriyê ketin navenda bajarê Hesekê yêrojavayê Kurdistanê.
Ev gav beşek ji pêvajoya rêkeftinekê di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyê de bû.
Li gorî raporan, hêz bi sirûdên Îslamî û “Allahu Ekber” ketin bajêr. Ev hêz ji zêdetirî 100 şervan û 20 wesayîtên leşkerî pêk tê, ku hin ji wan li ber ofîsa parêzgar li navenda bajêr bi cih bûne.
Hatina vê hêzê bi serdana şandeyek taybet re hevdem e ji bo şopandina tedbîrên ji bo entegrekirina endamên ewlehiya navxweyî di nav refên polîsên leşkerî yên hikûmetê de.
Karmendên ewlehiyê berê çekdarên HSDê bûn û xebat ji bo temamkirina prosedurên yekkirinê li bajêr didomin.
Di 25ê Tebaxa 2026an de, Ebdî piştî temambûna pêvajoya yekkirina hêzên xwe bi artêşa Sûriyê re, hilweşandina Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (HSD) wekî hêzek serbixwe ragihand.
Xalên sereke yên peymana di navbera HSDê û hikûmeta Sûriyê de:
- HSD dê bibe beşek ji saziya parastinê ya dewleta Sûriyê.
- Hemû zeviyên petrol û gazê, deriyên sînor û balafirgeh dê radestî Şamê werin kirin.
- Saziyên sivîl û leşkerî yên “li bakurê rojhilatê Sûriyê”(rojavayê Kurdistanê) dê bi rêveberiya dewleta Sûriyê re werin yek kirin.
- Hînkirina zimanê Kurdî li dibistanên Rojavayê Kurdistanê.
- Naskirina ku civaka Kurd civatek xwecihî ya Sûriyê ye û dewlet mafên wan ên welatîbûn û destûrî garantî dike.
- Mafê temsîlkirin û beşdarbûna hemû Sûriyan di pêvajoya siyasî û saziyan de li ser bingeha jêhatîbûnê, bêyî ku paşxaneya olî an etnîkî çi be.
- Her îdiayek ji bo parçekirina Sûriyê tê redkirin.


