
Ewlehiya Navxwe li Hesekê hilgirtina çekan li derveyî çarçoveyên dezgehên ewlehî û leşkerî yên fermî qedexe kir û diyar kir ku kesên pabend nebin dê rêkarên yasayî di dermafê wan de werin standin.
Rêveberiya Ewlehiya Navxwe li Hesekê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku hilgirtina çekan li derveyî çarçoveyên dezgehên ewlehî û leşkerî yên fermî li Hesekê qedexe ye û nabe gule bi tu awayî werin berdan.
Li gorî daxuyaniyê çek di destên dezgehên ewlehî û leşkerî yên fermi yên hikûmetê de tên komkirin di dema encamdana erkên fermî de.
Rêveberiya ewlehiyê da zanîn jî ku kesê pabenediyê bi biryarê neke dê rastî rêkarên tund were, û çeka wî dê were desteserkirin û rêkarên yasayî dermafê wî dê werin standin.
Daxuyaniyê diyar kir ku ev biryar ji bo parastina sîstema giştî, ewlehî û selametiya welatiyan û girtina rê li pêş rewşên tevlîheviyê û tirsandina xelkê ye.
Ev biryar tê piştî girjiyên ku di xwepêşandana roja Înê de li Hesekê derketî her weha danîna rêbendekî ji aliyê hin kesan ve li taxa Ezîziyê.


