FlaşPolîtîk

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e rêz li qewareya destûrî û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bê girtin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Cotmehê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Avakirin û Geşepêdanê û Serokwezîrê Berê yê Federal Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Li gorî daxuyaniya civînê, di hevdîtinê de guhertin û pêşhatên herî dawî yên rewşa giştî ya Iraq û herêmê, ligel peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hatin nirxandin.

Her du alî hevnêrîn bûn li ser giringiya pêşxistina hevahengî û hevkariya navbera aliyên siyasî yên Iraqê ji bo piştgirîkirina hikûmeta federal, bi mebesta zêdekirina dahata giştî, rûbirûbûna astengiyan û xizmetkirina hemû welatî û pêkhateyan bêyî cudahî.

Di tewerekî din ê gotûbêjan de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li qewareya destûrî û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê kir.

Mesrûr Barzanî herwiha bal kişand ser diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya federal a sala 2027an de û da zanîn ku divê ev pişk bi awayekî dadperwerane be, li gorî rêjeya ji sedî 14ê ya hejmara rûniştvanên Herêmê ku encama pejirandî ya dawîn serjimêriya giştî ya sala 2024an e.

Back to top button