FlaşPolîtîk

Bafil Talebanî: Eger em bi hev re bin em dikarin Rojhilata Navîn biguherin

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî got, “Eger em bi hev re bin em dikarin Rojhilata Navîn biguherin.”

Bafil Talebanî li Foruma MERIyê ya 2026an a ku bi sponsoriya medyayî ya Tora Medyayî ya Rûdawê li Hewlêrê tê lidarxistin, behsa pêwendiyên bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re û pêkanîna hikûmetê kir û got:

“Em ji bo her cure peymanê bi PDKyê re amade ne û ev derfetek e.

Eger em bi hev re bin em dikarin Îraqê bi rê ve bibin û Rojhilata Navîn biguherin. Werin em bi awayê fermî dest bş hevdîtinan bikin.”

“Em dikarin di 24 demjimêran de hikûmetê ava bikin”

Serokê YNKyê derbarê mijara pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê behsa çend hevdîtinan kir û eşkere kir:

“Pêwendiya min bi PDKyê re heye û em dikarin di 24 demjimêran de hikûmetê ava bikin. Ez 16 caran hatim Hewlêrê ti encam jê derneket.

Peymana me û Nifşê Nû cidî ye û peymana YNK û Nifşê Nû ji bo PDKyê jî derfetek e.”

“Amerîka neçûye Merîxê”

Bafil Talebanî li ser rola Amerîkayê ya li herêmê û guherînan jî peyamek da û got:

“Xwe aciz mekin, Amerîka naçe Merîxê, diçe Urdinê. Bi balafirê 17 xulek e. Heke bixwaze were dikare ji nişkê ve were.”

Talebanî her wiha hişyarî da ser metirsiyên li ser herêmê û got:

“Tevahiya herêmê di bin metirsiyeke gelekî mezin de ye lê metirsî derfet e jî. Ez ji bo Kurdan derfeteke gelekî mezin dibînim.”

Serokê YNKyê bal kişand ser rewşa aborî jî û da zanîn ku tevahiya cîhanê ji aliyê aborî ve di rewşeke xerab de ye û pê de çû:

“Rewşa Bexdayê gelekî xerab e û rewşa Kurdistanê jî dê xerab bibe.”

Bafil Talebanî li ser pêwendiyên derve û mijarên herêmî, eşkere kir ku Îranê pêşniyar kiriye pêvajoyeke giştî ya aştiyê bê avakirin û got:

“Divê em piştgiriyê bidin wê pêvajoya aştiyê ku niha li Tirkiyeyê heye û em niha bi xwişk û birayên xwe yên Îranî re di destpêka pêvajoyeke wiha de ne.”

Bafil Talebanî di beşeke din a axaftina xwe de behsa pêwendiyên bi aliyên Îraqî re kir û got:

“Li Bexdayê peymana me ya cismî bi piraniya koman re heye.”

Talebanî her wiha destnîşan kir ku hikûmeta Zeydî ji bo Herêma Kurdistanê “derfeteke zêrîn e.”

Çavkani: Rûdaw

Back to top button