CîhanFlaş

Wezareta Karên Derve: Em pabendê parastina ewlehiya Erebistana Siûdî ne

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşên mûşekî yên çekdarên Hûsî li ser balafirgeh û binesaziya sivîl a Siûdî bi tundî şermezar kir û got ku Washington bi berdewamî bi Riyadê re di şêwirmendiyê de ye û bi tevahî pabend e ku ewlehiya welêt biparêze.

Berdekê Wezareta Derve ya Amerîkayê daxûyakirin ku, Washington ji êrîşên dawî yên Hûsiyan nîgeran e û got ku Dewletên Yekbûyî êrîşên terorîstî yên Hûsî li ser balafirgeh û binesaziya sivîl bi tundî şermezar dike, mirin û birîndarbûna sivîlan.

Wî got, “Dewletên Yekbûyî di şerê li dijî terorîzma Hûsî de bi tundî li kêleka Erebistana Siûdî radiweste.” Em bi hevkarên xwe yên Siûdî re di şêwirmendî û hevrêziyek nêzîk de ne û pabendbûna xwe ya ji bo parastina ewlehiya welêt ji nû ve piştrast kir.”

Back to top button