CîhanFlaş

Du profesorên Zanîngeha Selahedîn di nav ji %2 zanyarên herî baş ên cîhanê de cih girtine

Zanîngeha Stanford du profesorên Zanîngeha Selahedîn di nav ji % 2 zanyarên herî bi bandor ên cîhanê de rêz kiriye.

Di vê derbarê de berdevkê Zanîngeha Selahedîn, dibêje: “Em bi serbilindî du mamosteyên zanîngeha xwe bi nav dikin; (Prof. Botan Judet Abdullah) di Beşa Fîzîkê de û (Prof. Hazha Omar Osman) di Beşa Kîmyayê de ji %2 zanyarên cîhanê ji hêla Zanîngeha Stanford ve hatine destnîşankirin.

“Ev destkeftiya mezin a zanistî ji bo Zanîngeha Selahedîn û kariyera akademîk a Herêma Kurdistanê çavkaniya serbilindiyê ye, û em ji wan re serkeftina berdewam dixwazin,”

Lîsteya Zanyarên Top % 2 yên Cîhanê databeseke gerdûnî ya salane ye ku ji hêla Zanîngeha Stanford ve bi hevkariya Elsevier ve hatî amadekirin. Ev dabeşkirin lêkolîner û zanyarên herî bi bandor ji çar aliyên cîhanê li gorî pîvanên standard ên îqtibaskirinê ji databasa navneteweyî Scopus destnîşan dike.

Pîvanên vê rêzkirinê çine?

Rêzkirin li şûna ku li ser hejmar û mîqdara gotarên weşandî bisekine, li ser bandora zanistî ya lêkolîner disekine; Ji bo vê yekê, ew pîvanek tevlihev a bi navê c-score bikar tîne, ku çend pîvanan digire ber çavan, di nav de:


Back to top button