CîhanFlaş

Erebistan a Siudî êrîşî 136 cihên Hûsiyan kir

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî got ku armanca operasyonê tunekirina endam û şiyanên Hûsiyan bû. Malikî got ku hêzên Siûdî 136 çeperên leşkerî li deverên ku di bin kontrola Hûsiyan de ne wêran kirine.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî Turkî Malikî got ku hêzên Siûdî ji bo tunekirina tora mûşekên balîstîk ên Hûsiyan dixebitin. Di heman demê de, hêzên koalîsyonê piştgiriya hewayî ya 24 demjimêran didin yekîneyên artêşa Yemenê.

Koalîsyona Piştgiriya Rewabûnê li Yemenê dîmenên ku hêzên Yemenê Bab el-Mandeb ji Hûsiyan û komê bi rêya deryayê direvin, belav kir.

wene nîşan didin ku Hûsî bi girseyî bi rêya deryayê ji çeperên xwe direvin. Hêzên Yemenê bi piştgiriya hewayî ya koalîsyonê pêşve diçin û çeperên parastinê yên Hûsiyan di bin êrîşê de hatine wêrankirin.

Back to top button