
Roja Şemiyê 10/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, beşdarî di rêwresma derçûna xula 15emîn a Zanîngeha Amerîkî li Iraqê – Silêmaniyê de kir ku her yek ji birêzan Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanêû hejmarek ji mêvan û malbat û kesûkarên derçûyan amade bûn.
Di rêwresmê de Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir, ev jî naveroka wê ye:
Birêz Kak Qubad Talebanî,
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê,
Derçûyên azîz,
Dayik û bav û malbatên birêzên derçûyan,
Birêz Serokê zanîngehê û mamosteyên hêja,
Xanima Elena, ku ji Washingtonê hatiye bo beşdariya bi me re bi xêr hatî,
Her wiha bi xêrhatineke taybetî nûnerê Serokwezîrê Iraqê ElîZeydî dikim ku îro li gel me ye û ji Bexdayê hatiye, bi xêr bên.
Dixwazim berî destpêkirina axaftinên xwe bi xêrhatina birayekîxweşdivî bikim ku îro li vir ew jî hatiye û beşdar e, Kak Omer Fetah, gelek bi xêr bê Kak Omer. Em li gel Kak Omer di pêkhateya piştî ku kabîneya hikûmetê yek girt, bi hev re me karkiriye û bi rastî wê demê jî min gotiye û niha jî dibêjim, Kak Omer yek ji wan kesan bûye ku ji bo min gelek gelek cihê rêz û şanaziyê bûye ku bi hev re li gel wî min kar kiriye û gelek kêfxweş im ku îro wî bi tenduristiyeke baş dibînim. Bi xêr bê Kak Omer, gelek spas ji bo hemû karên ku te li Kurdistanêkirine. Gelek gelek spas, bi rastî cihê te diyar e û dixwazimbizanî û herdem bîra te dikin û herdem behsa wan rojan dikin, bi xêr bê.
Kêfxweş im ku vê êvarê di rêwresma derçûna xula 15emîn a Zanîngeha Amerîkî li Iraqê – Silêmaniyê de bi hev re ne û beşdarî di kêfxweşiya derçûna 288 ciwanên welat de dikin.
Ji dil ve pîrozbahiyê li we hemûyan dikim. Pîrozbahiyê li dayikû bav û malbatên we dikim ku herdem piştevanê we bûn, li mamosteyên we, li zanîngeha we û li hemû wan kesên ku di vêserkeftinê de li gel we beşdar bûn.
Derçûyên azîz,
Her nifşek kêşe û berpirsiyariya xwe li hember serdem û welatêxwe heye. Nifşa me di qonaxekê de jiya ku tê de mezintirîn kêşetê de parastina Kurdistanê, nasname, xebat di pênavê azadiyê de, ji nû ve avakirina wê tiştê ku şeran wêran kiribû, damezrandinasazî û dezgehan û vekirina deriyên welat bû bi rûyê cîhanê de.
Lê belê hûn di qonaxeke cuda de ne û li pêşiya pirsên nû ne:
Çawa aboriyeke berhemdar ava bikin ku derfet ji bo ciwananpeyda bike?
Çawa şaşiyan rast bikin û sazî û dezgehên xwe baştir û çalaktirbikin?
Çawa sûdê ji teknolojiyê werbigirin bêyî ku nirxên mirovahiyaxwe ji dest bidin?
Her wiha Iraq û Herêma Kurdistanê çawa dikarin di cîhanekê de ku bi lez diguhere, rikeberiyê bikin û ber bi pêş ve biçin?
Ev pirsên nifşa we ne û ew bersivên ku hûn pêşkêş dikin, dêbibin beşek sereke ji xêzkirina paşeroja welatê me.
Îro em di cîhanekê de ne ku hûn dikarin di çend xulekan de bigihîjin wan zanyariyan ku di rabûriyê de bi destxistina wan rojû meh dixwest, lê belê zêdebûna zanyariyan, ne merc e ku bi wateya kûrahiya zanînê be.
Ji ber wê yekê, xala cuda ya we êdî ne tenê ew e ku kî zêdetirdizane, lê belê ew e ku dizane çawa bifikire? Çawa cudahiyê di navbera rastî û propagandayê de û di navbera zanîn û bîr û nêrînê de bike? Çawa pirs û lêkolînê bike berî ku biryar an hukim bide?
Ev jî, bi baweriya min, ji girîngtirîn nirxên ku divê zanîngehbide we ye: aqilekî serbixwe, azad û rexnegir, aqilek ku bi wêrekî û bê sansor pirs dike û fêr dibe, di heman demê de ewwêrekiya wê heye ku pêdaçûnê bi xwe de bike û şaşiyan jî rastbike.
Derçûyên azîz,
Ew bawernameya ku îro werdigirin derî li we vedike, lê ew rênîşan nade ku hûn di kîjan rê de biçin. Hûn bi xwe rêya xwediyar dikin.
Nehêlin pirsa we ya yekem ew be ku hikûmet çi pêşkêşî we dike? Lê belê bipirsin: Ez bi xwe dikarim çi pêşkêş bikim? Çipirsgirêk heye ku ez dikarim çareseriyek ji bo bibînim? Bi çi karû projeyekê dikarim derfet ji bo xwe û ji bo kesên din jî peydabikim?
Wateya rastîn a welatîbûnê jî ji vir ve dest pê dike: Niştiman bi wê mezin nabe ku hûn çiqas jê werdigirin, lê belê bi wê mezindibe ku hûn çiqas beşdar dibin di avakirina welat de. Paşerojame tenê bi samanên xwezayî diyar nabe, samana rastîn neft û samanên bin erdê nîne, samana rastîn a îro, aqil û destpêşxeriyawe ye.
Azîzan,
Tiştekî din ê girîng jî heye ku hûn li vê zanîngehê fêr bûn û li ser bawernameyên we nehatiye nivîsîn: Hûn ji bajar, navçe û çandên cuda ve hatine. Bi hev re fêr bûn, bi hev re we kar kir û we hevdu nasî. Ev ew ezmûne ku Iraq gelek pêwîstiya wê pêheye.
Pêwîst nake wek hev bin da ku bi hev re bijîn û welat ava bikin. Cudahiya bîr û boçûnan nabe ku bibe sedema cudabûnê. Hêzame di pirrengiyê de ye ne di wekhevbûnê de. Iraq û Kurdistan pêwîstiya wan bi nifşek heye ku pirrengiyê bike çavkaniya hêzêû pirên bihêz ên diyalogê li gel hemberê xwe neqetîne. Ew pirênku we li vir ava kirine li gel xwe bibin nav jiyana pratîkî.
Derçûyên azîz,
Dizanim gelek ji gencên îro dema li dewrûbera xwe dinêrin, bi dilgiraniyê li paşerojê dinêrin. Bîr li şerên berdewam, metirsiyênguhertina av û hewayê û kêşeyên teknolojiya û AI dikin. Ev dilgiranî cihê têgihiştinê ne, lê wek herdem me gotiye: Pêşketinateknolojiyê dikare gelek bersivan bide me, lê nikare bibe cîgirêbiryara mirovî û niştimanî ya me.
Ezmûna gelê Kurdistanê fêrî me kiriye ku rastî, her çend dijwarjî be, qederek neguher nîne. Rojek bi ser vî niştimanî de derbasbû ku tê de tenê fikirîna li ser vê qonaxa îro; wekî xeyal dihatber çavan, lê jiyan nerawestiya û gelê me ji fêrbûn û avakirinênesekinî.
Ji ber wê yekê, daxwazê ji we dikim rastiyê wek xwe bibînin, bi hemû dijwariyên wê ve û herdem baweriya we bi şiyana xwehebe ji bo guhertinê. Ev e ew hêviya ku pêwîstiya me pê heye, hêviyek ku kar, berpirsiyarî û destpêşxerî li gel da be.
Nasnameya xwe biparêzin û hişê xwe bi rûyê cîhanê de vekin. Serkeftina xwe tenê bi wê hesab nekin ku ji bo xwe bi destdixin, lê belê bi wê hesab bikin ku çi dixin ser jiyana xelkê û pêşxistina vî welatî.
Hêvîdar im hewl bidin û bi awayekî kar bikin ku rojek bê hûn li vê qonaxê binêrin û bibêjin: Nifşa me ne tenê bi wê ve sekinî kuji bo wî bi cih mabû, lê belê derfetên mezintir ji bo nifşên piştîxwe bi dest xistiye.
Her ji vir ve, ji vê zanîngehê ve û ji vî cihî ve dixwazim spas û destxweşiya xwe ji bo rol û mandîbûna birayê birêz Dr. Berhem Salih, damezrînerê vê zanîngehê û hewldanên wî di pênavêserxistina vê navenda akademîk de dubare bikim.
Careke din pîrozbahiyê li we, li malbatên we yên serbilind, li mamosteyên we û li serokayetî û xebatkarên Zanîngeha Amerîkîli Iraqê – Silêmaniyê dikim.
Hêviya paşerojek tijî serkeftin ji bo we hemûyan dixwazim.
Êvara we baş û bi xêr bê,
Gelek spas.













