FlaşPolîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Mihemed Şîa Sûdanî kir

Serok Nêçîrvan Barzani pêşwaziya Mihemed Şîa Sûdanî, Serokê Hevpeymaniya Nûavakirin û Pêşvebirinê û Serokwezîrê berê yê Komara Federal a Iraqê kir.

Di civînê de rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê, pêşketinên dawî yên herêmê û têkiliyên di navbera Hewler û Bexdayê de hatin nîqaşkirin. Her du aliyan girîngiya berdewamiya diyalog û têgihîştinê di navbera aliyên siyasî de ji bo parastina aramiyê, pêşkeftina aborî û xizmetkirina welatiyan tekez kirin.

Pêdiviya hevrêzî û xebata hevbeş di navbera hêz û aliyên Iraqî de ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan mijarek din a civînê bû.

Back to top button