
Desteya Yasayî ya Encûmena Niştîmaî ya Kurdî bi beşdariya serokê ENKSê Mihemed Ismaîl civiya, hejmarek doseyên yasayî û siyasî gotûbêj kirin û komîteyek ji bo şopandina doseya kembera Erebî ava kir.
Îro li nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya li Qamişlo, Desteya Yasayî ya ENKSê bi beşdariya serokê encûmenê civiya û encamên serdana şanda desteyê bo Şamê û hevdîtinên wan li gel berpirsên hikûmetê ji bo mijarên girêdayê gelê Kurd hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de, komîteyek hate avakirin ji bo şopandina doseya dadweriya veguhêz û doseya kembera Erebî her weha mîkanîzma karê endamên Kurd di encûmena gel de û rola wan di şopandina dozên girêdayî mafên Kurdan, hate gengeşekirin.
Her weha behsa lidarxistina workşopên taybet ji bo gengeşekirina dozên destûrî di nav de yên girêdayî bi mafên Kurdan hete kirin.
Ji aliyê xwe ve, Serokê ENKSê behsa dawîn pêşhatên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kir û tekezî li ser giringiya kar bi awayekî guncaw li gel qonaxa bê kir.


