
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu daxûyakirin ku wî beriya zêdetirî salekê pêwendiyeke telefonî ya pir kurt bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera re pêk aniye, daku Şamê neçar bike êrîşên li dijî Durziyan rawestîne.
Benjamin Netanyahu di ça gotarekî de ragihand, wî beriya zêdetirî salekê bi rêya telefonê guftûgoyeke “kurt û tund” bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera re kiriye. Ev wek yekemîn pêwendiya rasterast di navbera serokên her du welatan de di dîrokê de tê hejmartin.
Li gorî gotina Netanyahu, ev pêwendî di Tîrmeha sala 2025an de pêk hatiye; ew jî piştî zincîreyek bombebaranên giran ên Hêzê Asmanî yên Îsraîlê li ser avahiya Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê û çend armancên li nêzîkî Koşka Serokatiyê li Şamê.
Ev gotinên Netanyahu wek yekemîn zanyariyên fermî li ser hebûna pêwendiyeke rasterast di navbera wî û Ehmed Şera de tên dîtin. Şera di dawiya sala 2024an de, li pey hilweşîna rejîma Beşar Esed, desthilat li Sûriyeyê girtibû destê xwe. Herwiha di dîrokê de cara yekem e serkirdeyên her du dewletan, ku di navbera wan de çendîn şerên dijwar û xwînawî rû dane, bi rengekî rasterast danûstandinê dikin.
Netanyahu destnîşan kir ku rasterast piştî wê pêwendiyê, ew komkujiyên ku pêkhateya Durzî li başûrê Sûriyeyê dikirin armanc hatin rawestandin. Di wê heyamê de Tel Avîvê diyar kiribû ku armanca wan ji wan êrîşên asmanî, parastina pêkhateya Durzî ya li başûrê wî welatî bû, bi taybetî li hember wan pevçûnên tayifî yên ku li parêzgeha Siwêdayê rû dabûn.
Niha jî hikûmeta Îsraîlê û rêveberiya Ehmed Şera ji bo bidestxistina rêkeftineke ewlehiyê di nava danûstandin û rawêjkarî de ne. Di van hevdîtinan de, Sûriye daxwaza vekişîna temam a hêzên artêşa Îsraîlê ji wê devera tampon a li ser sînor dike, ku piştî ketina Esed ji aliyê Îsraîlê ve hatibû kontrolkirin, lê belê heta niha Îsraîl bi her awayan vekişîna ji wê navçeyê red dike.


