FlaşPolîtîk

Iraq naxwaze berpirsên PKKê bimînin li ser axa wan..

Her çiqas danûstandinên li ser maseyê di pêvajoya “Tirkiyeya bê teror”de berdewam dikin jî, çalakiyên meydanî jî berdewam dikin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, PKK ku ji hev belav bûye piştî Metîna dê kampên xwe yên li Gara û Xakurk vala bike û endamên PKKyê yên ku vekişiyane Qendîlê dê ji bo vegerandina Tirkiyeyê werinl kifşkirin. Lêbelê, hatiye hînbûn ku ji bo serokên PKKyê yên ku venagerin Tirkiyeyê û ji hêla Iraqê ve nayên xwestin, vebijarka vegera welatekî sêyemîn tê nirxandin.

Li gora rojnameya Tirkî çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku şikeftên li seranserê rêya ber bi Qendîlê ve dê qonax bi qonax werin tunekirin, û ev pêvajo dikare heta meha çileyê biqede. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, çekên di stargeh û navendên lojîstîkê yên ku çekdarên PKKê lê ne, pêşî di bin ‘tomarên krîmînolojîk’ de têne dîtin. Ji bilî çek û cebilxaneyê, teqemenî, dron, paramotor, radyoyên satelîtê û alavên din jî ji hêla Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MİT) ve têne tomar kirin. Dûv re pêvajoya tunekirinê tê destpêkirin. Piştî tunekirina çekan, şikeft,û avahiyên wek nexweşxane dihatin karanîn jî têne teqandin.

Hemî navendên lojîstîk û stargehên li herêmên Gara û Hakurkê di bin çavdêriya MİTê de û bi hevrêziya rêveberiya başûrê Kurdistanê hêdî hêdî têne valakirin.

Piştî ku şikeft hatin wêrankirin, endamên PKKê vekişiyan Qendîlê. Ev hemû pêvajo di bin çavdêriya Rêxistina Îstîxbarata Tirkiye (MÎT) de tê kirin. Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku vegera Tirkiyeyê dê bi rêya Qendîlê be û gotin, “Ew li wir têne komkirin û navên wan têne tomarkirin. Piştre dê ji Qendîlê sewqiyat werin kirin. Hejmara mirovan û çawaniya gihîştina wan tê destnîşankirin. Lîste dê bidin konsulxane û ofîsên gumrikê. Li wir dê maseyên taybet werin danîn.”

Piştî piştrastkirin û biryardana Lijneya Ewlekariya Neteweyî ku çek hatine danîn, vebijarka şandina serokên rêxistinê, ku ji çarçoveya qanûna ku hin kêmkirina cezayan peyda dike, derveyî ne, bo welatên sêyemîn girîng dibe. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hikûmeta Iraqê naxwaze ku ev kes li ser axa wê bimînin. Ji ber ku ew nikarin werin Tirkiyeyê û Qendîl dê bi tevahî vala bibe, formula şandina serokên rêxistinê bo welatên sêyemîn di bin çavdêriya Tirkiyeyê de derketiye pêş.


Di vê navberê de, valakirina Şingalê di bin çavdêriya hikûmeta Iraqê de tê kirin. Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku pêvajoya li Şingalê dê bi heman rengî bi ya li Sûriyeyê bidome û gotin, “Yên li vir an dê werin Tirkiyeyê an jî li Iraqê bimînin. Ger ev herêm ji terorê were paqijkirin, Tirkiye dê baregeha Başîka vala bike. Vegera sivîlan bo Tirkiyeyê dê were misogerkirin. Dibe ku koma yekem a ku were Tirkiyeyê ji Şingalê be.”


Ji aliyekî din ve, derbarê nîqaşên demdirêj ên li ser ka gelo serokê PKKê Abdullah Öcalan dê di vê pêvajoyê de xwedî statuyek fermî be yan na. Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin, “Ew ê xwedî rolek fermî nebe. Tiştek wekî serokatiya Encumena Bêçekkirin û Aştiyê tune ye. Niha, Öcalan di pêvajoya hilweşandina rêxistinê de ye. Ev normal e. “

Back to top button