Kultur

Bi hestên dewletbûnê, Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be

Yekemîn Rojnameya Kurdî ya bi navê “Kurdistan” berî 127 salan li 22 Nisan 1898 li Qahîre ya paytexta Misirê dest bi weşana xwe kir. Ev roj wekî roja rojnamegerî û ragihandina Kurdî jî tê pîroz kirin. 

Rojnameya Kurdistan ji aliyê Miqdad Mithad Bedirxan û Abdurahman Bedirxan ve hate derxistin û li navbera salên 1898 û 1902 de 31 hejmar hate weşandin.

Yekemîn rojnameya Osmanî li sala 1831 an de li Stenbolê (Takvimi Vakayi) dest bi weşana xwe kir û yekemîn rojnameya Erebî li sala 1828 an de li Qahîreyê bi navê Vakayi Misriye dest bi weşana xwe kir û yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê “Kurdistan” jî li 22 Nisan 1898 li Qahîre ya paytexta Misrê dest bi weşana xwe kir.

Mîqdad Mîthad Bedirxanê Botî li yekemîn hejmara rojnameya Kurdistanê de armanca derxistina rojnameyê wiha daye zanîn :

“Li dinyayê çiqas Misilman hene di gund û bajarên hemiyan de dibistan û rojname hene. Bûyerên li dinyayê diqewimin di van rojnameyan de tên nivîsîn. Lê mixabin Kurd ji rojnameyekê bê par in û nizanin di dinyayê de çi diqewime, cîranê wan Mosqof çawa ye dê çi bike. Loma di riya Xwedê de min ev rojnama ha nivîsî. Bi îzna Xwedê Teala ji niha pê ve di her panzdeh rojan de ezê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kiriye KURDISTAN. Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.”

22 ê Nîsanê roja derketina yekemîn Rojnama Kurdî wek roja Rojnemegeriya Kurdî tê pîroz kirin. Lê di vê derbarê de, gelek pêşniyar ji bo parlementoya Kurdistanê hatin kirin ku, ev roj ji aliyê Parlementoyêve wek roja Rojnemegeriya Kurdî bê te pejirandin.

Parlementoya Kurdistanê

Parsal Parsarlementoya Kurdistanê li ser vê yeke sekini û roja 21 Nîsanê parlementoya Kurdistanê di civina xwe ya asayî de li ser vê rojevê gotubûj kir û biryar bi dengen parlementerên amadebûyî yanî bi dengen 101 parlementerî hate dayîn ku, 22ê Nîsanê wek Roja Rojnemegeriya Kurdî bê pîrozkirin.

Ev yek li Kurdistanê bû wek qanûnekî. Ev biryarên bi vî awayî gelekî girîngin. Kurd ne xwedî dewletek serbixwene. Ji bo vê yeke jî gelek rojên pîroz û netewî hene ku Kurd bi awayekî van rojan bi bîrtînin. Lê dema dezgehek fermî yê dewleta Federala a Kurdistanê van rojan bi parlementoya xwe de wek rojên dîrokî destnişan bike û ji bo xwe bike yasa, gelekî girînge. Ev biryar gav bi gav Kurda ber bi dewletbûnê ve dibe.

Bi hestên dewletbûna Kurda roja rojnemegeriya Kurdî pîroz be.

Rojevakurd

Back to top button