FlaşPolîtîk

Skandal a Fona dengê AKPê daxistin..!

Parlamenterê berê yê AKPê Şamil Tayyar diyar kir ku rapirsînek “pir taybet” nîşan dide ku AKP piştî skandala fonê nêzîkî %6ê dengan winda kiriye, ev raporpêşkêşî Qesra Serokkomariyê hatiye kirin.

Tayyar, di postek medyaya civakî de, li ser rapirsîna hilbijartinê yên piştî skandala fonê hatine kirin rawestiya.

Ihsan Aktaş: Windakirina Dengan %3 ye

Di posta xwe de, Tayyar her wiha behsa gotarek Îhsan Aktaş, xwediyê Dezgehê Lêkolînê GENAR, di rojnemeya Yeni Şafakê de kir.

Îhsan Aktaş nivîsand, “Piştî krîza fonê, pirsa herî girîng a ku raya giştî meraq dikir ev bû ku krîza fonê dê çiqas bandorê li siyasetê bike. Di vê çarçoveyê de, ez bawer dikim ku zirara siyasî di çend rojên pêşîn de zêdetir bû. Di Îlonê de, dengên AKPê nêzîkî %36 bûn. Îro, ew nêzîkî %33 in. Windakirina dengan li vir nêzîkî 3 xalan e. Ez difikirim ku neyekbûna opozîsyonê jî di windakirina dengan a kêmtir de rolek lîst.”


Şamil Tayyar diyar kir ku piştî skandala fonê rapirsînek “pir taybet” pêşkêşî Qesra Serokkomariyê hatiye kirin û rapirsînê windakirina dengan bi qasî 6 ji sedî nîşan daye.

Nivîsa Şamil Tayyar wiha ye:

“Xwediyê GENARê, Îhsan Aktaş, di nivîsa xwe ya di Yeni Şafakê de dibêje ku windakirina dengan a AK Partiyê ‘ji sedî 3’ e. Li gorî wî, dengên AK Partiyê di meha dawî de ji sedî 36 daketine ji sedî 33. Ew îma dike ku ev windakirina dengan dikaribû hîn mezintir bûya ger opozîsyon ewqas bêserûber nebûya. Ew bawer dike ku her çend bingeh hêrs be jî, wan partî terk nekiriye. Dîtinên Aktaş pir girîng in û divê werin hesibandin.

Ez dixwazim lê zêde bikim. Ez dizanim ku anketek pir taybetî ku windakirina dengan a dora ji sedî 6 nîşan dide, pêşkêşî Qesra Serokkomariyê hat kirin. Ev lêkolîn nêzîktirî çavdêriyên min ên meydanî xuya dike. Di dawiyê de, rêje nîqaşbar e, lê eşkere ye ku krîza fonê bûye sedema windakirina dengan ji bo AK Partiyê.”

Back to top button