
“Heta wek îro, min bersiv nedaye tiştên ku Öcalan û mirovên wî li ser min gotine û nivîsandine.
Lê piştî gotinên Abdullah Öcalan ên di derbarê min de ku, di Ajansa Nûçeyan a Firatê de di hevdîtina bi parêzerê wî re hatin weşandin:
Ocalan di derheqê min de dibêje: ” Jinek hebû bi navê Aysel, ew jina Çürükkaya bû. Ew jinek bêrûmet bû.”Min xwe neçar hîs kir ku divê bersiva pêbextî û heqaretên li min hatin kirin bidim.
Di sala 1974an de, dema ku ez li dibistana mamostetiyê ya li Dêrsimê xwendekar bûm, ez bi Têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Kurd re eleqedar bûm. Di sala 1978an de, ez ji malê derketim û bi awayekî profesyonel li gelek herêmên Kurdistanê ji bo rêxistinkirina ciwanan û gel xebitîm. Di Mijdara 1979an de, ez li ser rêya Mêrdîn û Ruhayê ligel endamên Komîteya Navendî ya PKKê Mazlum Doğan û Yildirim Merkit di otomobîlekê de hatim girtin. Di dema lêpirsînê de, min her tişt înkar kir, û ez bi nasnameyek sexte ji dadgehê şandim girtîgehê. Dema ku nasnameya min a rastîn eşkere bû, ez bi zorê birin cihê lêpirsînê yê bi navê Kurtoğlu li Deve Geçidi. Hemû hevalên min ên di girtîgehê de…”
Dema ku ez di greva birçîbûnê de, bûm Ji bo protestokirina rewşê ez bêdeng mam û min got, “Belê, ez Aysel Çürükkaya me, lê ez ê tu agahî nedim we.” Ez şeş mehan ji ber îşkence û hovîtiya ku min kişandibû, di nav nivînan de mam. Û ez ê birînên wê hovîtiyê heta dawiya jiyana xwe hilgirim. Dîrok û hemî girtiyên wê serdemê dizanin ku ez li Zindana Dîyarbekirê teslîmî hovîtî, îşkence, zilm û bêşermiyê nebûm. Û min bi çend hevalên xwe re rêberiya hemî tevgerên berxwedanê kir. Min bêhejmar grevên birçîbûnê kirin. Min du caran laşê xwe danî rojiya mirinê. Ez tenê rojek dûrî mirinê bûm. Piştî hevalên min Orhan Keskin û Cemal Arat, ez jî rêwîya mirinê bûm, lê heman demê de hemî şertên me hatin qebûlkirin û min ew rêwitî nekir. Û me, hevalên ku pêşengiya çalakiyê dikirin, çalakî bi peymanek bi artêşa Tirk re bi dawî kir. Dema ku bijîşkê ku me derman dikir dît ku li şûna xwînê av diherike dema ku ew ji damarên me dikişand, wî bi dengekî nizm got, “We derman jî îflas kiriye,” û ji beşa me derket. Mirin… Piştî rojîgirtinê, ez sê mehan di komayê de mam û bi hevalên xwe yên jin di bin nivînan de man.
Di sala 1986an de ez bi nexweşiya tuberkulozê ya giran di pişikê min de ji nexweşxaneyê derketim. Ez bi giranî nexweş bûm. Du caran emeliyat li min hat kirin. Berî ku birînên min baş bibin, ez vegeriyam çiyayan. Ez şeş salan li çiyayên Kurdistanê mam. Ez gav bi gav, bi peya li seranserê Kurdistanê geriyam. Min zivistanên ku kûçik jî ji cemidandinê dimirin, derbas kirin. Min bi guran re şer kir. Min bi xwarina goştê kêvroşk û maran debara xwe dikir. Min li dijî xwezayê şer kir. Min li hember kesên ku welatê me dagir kiribûn li ber xwe da. Xwedê, Çemê Munzur, Çiyayê Düzgün Bavo û xelkê Çewlik û Dîyarbekirê şahid in. Ez neşikestî bûm, em neşikestî bûn! Me serê xwe netewand, em nehatin rezîlkirin. Serê me bilind bû, eniya me zelal bû.
Di sala 1991an de, ez hatim ba te(Ba Ocalan). Min tenê pir dereng, piştî ku bi çavên xwe dît, fêm kir ku tu çawa yî. Û min ji mezheba te ya derewîn derketim. Ez ev im! Û tu? Te di jiyana xwe de tu zehmetî nekişand. Her tim di siya vê û wê de, girêdayî vê û wê yî. “Te bi sîxurtiyê jiyayî. Tu ne ji sermaya çiyayan û ne jî ji germahiya deştan neşewitî. Te qet birçîbûn û tîbûn nas nekir. Tu jiyaneke luks jiyayî. Te di jiyana xwe de tenê carekê rastî leşkerekî Tirk hatî. Hemû cîhanê helwesta te ya nerm û tirsonek dît. Her kesî bihîst ku te got, ‘Derfetekê bide min, ez amade me ku xizmeta dewletê bikim.’ Em herdu jî li derve ne. Bila yên ku xwedî wijdan in biryar bidin ka kî bêrûmet e!” –
Aysel Çürükkaya
Têbinî:Ev nivîs ji Facebook ji zimanê Tirkî hatiye wergerandin…


