Ferhenga Kurdî û Tirkî
Demek berê biraderê me Ehmed Korkut ê ku li bajrê Qeyserê mamostetî dike, wek diyarî vê ferhenga bi navê ”Ferhenga KURDÎ û TIRKΔ ji min re wek diyarî hinartiye Swêdê.
Ferhen ji 636 rûpel pêk hatiye.
. Hetanî rûpela 333, peyvên sereke kurdî ne û şroveya wan bi tirkî ye.
. Ji 337 hetanî rûpela 636an jî, peyvên sereke tirkî ne û şroveya wan bi kurdî ye.
Di beşa pêşî, peyvên kurdî-tirkî ne û 13.603 peyv in. Di ya tirkî-kurdî de jî 12.354 peyv hene.
Jimara hemû peyvên ferhengê, 25.957 in.
Kesên emekdarên Ferhengê ev in:
Fevzi KARADEMIR
Nezir GUMUŞ
Zîver ILHAN
Ahmed KORKUT
Bergê Gerhengê plastîkeke sor e, rûpelên navê spî û 60/gr in. Bikaranîna kexezê rûpelan jî rast hatiye çêkirin. Mezinatiya wê jî 20 x 14 cm ye.
JI ber ku ev e 80 sal in Zimanê Kurdî ji aliyê dewleta Kemalîzmê ve hatibû qedexekirin, balkêşiya girîng ev e ku serokê saziya zimanê Tirkî (TDK) Prof. Dr. Mustafa S. Kaçalin jê re pêşgotin nivîsiye. Herweha ji aliyê Weşanên Saziya Zimanê Tirkî ve, 50 hezar nusxe hatiye çapkirin. Ankara 2014.
Hin kes an dewlet dema ezabê wijanê dikişînin, ger hindik be jî berhemên weisa li ser Zimanê Kurdî diweşînin.
Spasiyên xwe ji boraderê hêja Ehmed KORKUT re dubare dikim.
20/ 12/ 2025

