Çar Pirtûk
ÇAR PIRTÛKÊN
Ji PENCÎNAR Weşanxaneya Çanda Kurdî
Hlja ye bê gotin ku jimara pirtûkên Zeynelabidin Zinar digel van 4 pirtûkên nû, gehaye 153an.
FERHENGA BÊJEBÊJÊ
Kurmancî û kurmancî
Di ferhengê de li dora 40 hezarî peyvên sereke û bi giştî li dora 300 hezarî tê de peyv ne.
Di ferhengê de 78 çavkanî hene ku peyv ji wan hatine wergirtin;
Bi piranî klasîkên Kurdî, Folklor û wekî din.
Tiştê balkêş ev e ku zayenda hemû peyvan weke nêr û mê hatine kifşkirin.
Jimara rûpelên Ferhengê 1018 ye.
Kaxezê rûpelan 70/gr e.
Bergê wê 300/gr e.
ISBN 9789187787 61 4
Serpêhatî
HESENÊ MALA MÛSA Û HEDIKA QASO
Ev pirtûka evîndariyê ku encama wê bi xwînê gehaye dawiyê, çendî ku 6-7 stranên cuda cuda jî li serê hene, lê naveroka wê bi awayekî berfireh weke pirtûk derketiye.
Pirtûk bi mezinatiya 12 x 19 cm ye û 140 rûpel e.
Bi kaxezekî nerm û rast hatiye çapkirin.
Bergê wê jî rengîn û 300/gr e.
MAZANÊ MÊRXAS Û BILBILÊ
Çîrokek Folklorî ye û weke pirtûk derketiye.
Gelek nalkêş û pir jî bi naverokek dewlemend e.
Di çîrokê de çend beşên cuda hene, ku her yek dibe filîmek.
Pirtûk bi mezinatiya 12 x 19 cm ye û 60 rûpel e.
Kaxezê rûpelan 80/gr e.
Bergê wê jî rengîn û 300/gr e.
FEQE Û MELKEMOT
Çîrokek Folklorî ye, wek pirtûk ji çapê derketiy.
Pirtûk bi mezinatiya 12 x 19 cm ye û 54 rûpel e.
Kaxezê navê 80/gr e.
Bergê wê rengîn û 300/gr e.
Weşanxane: PENCÎNAR Weşanxaneya Çanda Kurdî 2025, Stockholm
Li zimanê Kurdî û li Pirtûkxaneya Kurdistanê pîroz be.

