
Çavkaniyek leşkerî daye xûyakirin ku, Îsraîlê kanalek ragihandinê ya veşartî bi Tirkiyeyê re vekiriye da ku pêşî li pevçûnêkî bigire. Ev gav piştî bombebarana çend roj berê ya Îsraîlê li baregeheke leşkerî li Sûriyeyê pêk hat.
Çavkaniyê roja Yekşemê ji Kanala 2 ya Îsraîlê re got ku, Îsraîl naxwaze Tirkiyeyê bike dijmin û got ku kanala veşartî ji bo şandina peyaman di navbera her du welatan de û dûrketina ji pevçûnan tê bikar anîn.
Çavkaniyê, behsa îhtîmala êrîşên nû kir û got: “Dema ku peyam bêkêr bin, Îsraîl dê neçar bimîne ku tedbîran bigire.”
Îsraîlê ji bo bicihkirina hêzên Tirkiyeyê li Sûriyeyê, nemaze di warê bicihkirina pergalên parastina hewayî, dron û mûşekan de, xêtek sor danî.
Roja Sêşemê, Îsraîlê êrîşî baregeha Ebû Zuhur li Sûriyeyê kir û got ku ew ê nehêle leşkerên Tirkiyeyê nêzîkî sînorên xwe bibin.
Piştî êrîşan, Tirkiyeyê hebûna leşkeran li baregeha hedefgirtî red kir û israr kir ku berî û di dema êrîşên Îsraîlê de tu şandeyeke leşkerî ya Tirkiyeyê li baregeha hewayî nebûye.
Di vê navberê de, Şamê niyeta Enqerê ya avakirina hebûneke leşkerî ya daîmî li axa Sûriyeyê red kir.
Medya Îsraîlî ragihand ku roja Şemiyê, rayedarên ewlehiyê yên Îsraîlê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re gotin ku Tirkiye amadekariyan dike ku radarek li balafirgeha hedefgirtî saz bike û dûv re jî bi pergala parastina hewayî ya ku ji hêla leşkerên Tirk ve tê bikar anîn bi cih bike.
Çavkaniyê rave kir ku heke ev gav were avêtin, dibe ku hevsengiya hêzê li herêmê biguhere.


