Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî, îro roja Şemiyê 22/8/2026, tekez kir ku destûr ferz dike ku çek tenê di destê dewletê de bin, amaje bi wê yekê jî kir ku, Pêşmerge saziyeke destûrî ye û rola xwe li Herêma Kurdistanê dilîze û ne aliyek e di dosyaya kontrolkirina çekan de.
Serokomar, di nava axaftineke di çarçoveya karên Kongireya diyaloga Bexdayê ya 8emîn de, got: Îraqê karîbû sê erkên destûrî yakalî bike, û diyar kir ku îrade heye ku kabîneya hikûmetê di nêzîk de bê temamkirin û yekalîkirin.
Derbarê dosyaya çekan de, Serokomarê Îraqê tekez kir ku destûr ferz dike ku çek tenê di destê dewletê de bin, û bal kişand ser wê yekê ku lêvegera olî li `Necefa Pîroz` jî daxwaza vê yekê dike, û amaje bi wê yekê kir ku pêwîste diyalog û têgihiştin bi komên çekdar re çêbibe da ku bigihêjin çareseriyeke neteweyî ya Îraqî.
Nizar Amêdî diyar kir ku komên çekdar li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ şer kirin û qurbanî dan, û ya ku ji wan tê xwestin ewe ku çekên xwe radest bikin û tevlî hêzên ewlehiyê bibin, her wiha red kir ku tu berpirsekî Îranî daxwaza paşxistina dosyaya kontrolkirina çekan kiribe, û tekez kir ku berpirsên Îranî tekez kirine ku ev biryareke Îraqî ye.
Di heman çarçoveyê de, Serokomar tekez kir ku Îraq qebûl nake axa wê ji bo êrîşkirina li ser tu welatî bê bikaranîn, di heman demê de da zanîn ku, Pêşmerge saziyeke destûrî ye û rola xwe li Herêma Kurdistanê dilîze û ne aliyeke di dosyaya kontrolkirina çekan de.
Derbarê rewşa ewlehiyê de, Serokomar got:Armanckirina Herêma Kurdistanê “tu hincetekî wê nîne”, û hewldanên ji bo armanckirina Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî û siyasetmedaran jî wekî “hewldanên terorîstî” bi nav kir, û tekez kir ku “tu ewlehî li navçeyê nîne bêyî ewlehî û aramiya Îraqê”.
Di dosyaya herêmî de jî, Serokomar amaje bi hebûna Tirkiyê li bakurê welat kir û tekez kir ku, Îraq dixwaze aştiya di navbera Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê re bighêje encamê.
Derbarê Tengava Hurmizê de jî, Serokomar diyar kir ku, Îraq di veguhestina petrolê de bi pirsgirêkê re rû bi rû ye û da zanîn ku hêsankirin ji bo hin keştiyên ku petrola Îraqî hildigirin di tengavê de hene, û tekez kir ku bandora Tengava Hurmizê ne tenê Îraqê belkû hemû cîhanê digire nav xwe.
Têkildarî hebûna hêzên Hevpeymaniya Navnetewî li Îraqê, Nizar Amêdî got: Hevpeymaniya Navneteweyî li ser daxwaza Îraqê ji bo rûbirûbûna rêxistina DAIŞê hatibû, êdî pêwîstiya Îraqê nemaye, vekişandina wan dê di 30ê Îlona bê de be.
Her weha di warê aborî de, Serokomar tekez kir ku yasaya herî girîng yasaya petrol û gazê ye, û ev dosya wekî sedemek ji bo pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de bi nav kir, û tekez kir ku welat bi yasayên xwe xurt dibin.


