CivakFlaş

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyan pêşkêşî malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê dike

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî pêşkêşî malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê kirin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî îro ragihand ku tîmên wê alîkarî pêşkêşî malbatên vegeriyayî Serê Kaniyê kirin.

Alîkariyên ku bo malbatên Serê Kaniyê hatine pêşkêşkirin, pêdviyên jiyanê li xwe digirin, ji cil, xwarin û madeyên paqijkirinê.

Ew alîkarî bi hemahingî di navbera Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û rêxistina Khalsa Aid de hatin pêşkêşkirin.

Piştî 7 salan ji koçberkirinê, beşek ji xelkê Serê Kaniyê vegeriya warê xwe û beşê mezin hîn dûr warê xwe di rewşên zehmet de dijîn.  

Back to top button