CîhanFlaş

ENKS û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bihêzkirina hemahingiya mirovî gotûbêj kir

Xwecihiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Şamê û Dezgeha Xêrxwazî ye Barzanî civînek ji bo bihêzkirina hemahingiya mirovî li dar xist.

Îro serokê xwecihiya ENKSê li Şamê Luqman Oso û Rêveberê Herêmî yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Sûriyê Ehmed Ebdo li nivîsgeha encûmenê li Şamê civiyan, ji bo bihêzkirina hemahingiyê di warê mirovî de li dar xist.

Luqman Oso rola Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û alîkariyên wê yên mirovî li Sûriyê bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve, Ehmed Ebdo tekezî li ser pêşkêşkirina alîkariyan bo hemû xelkê Sûriyê bê cudahî kir.

Di salên bûrî de, Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên mirovî li deverên cuda yên Rojavayê Kurdistanê pêşkêş dike û piştî hilweşandina rêjîma Esed, dezgehê berê xwe da gelek deverên Sûriyê û alîkariya xelkê dike.
 

Back to top button