FlaşPolîtîk

Çavkanî: Ebdî wek şêwirmend,Ehmed wek endama parlementoyê..

Ji berî ku, Mazlum Ebdî rûxandina HSDê ragihine civinek li gel serokê Sûriye pêkanî. Piştî civînê Ebdî derket himber medyayê û bi awayek fermî dawî li heyina HSDê anî.

Li gora hinek çavkaniyan naveroka hevdîtina navbera Şara û Ebdî û heyetên li wan de eşkere bûye.

Li gorî agahiyan, Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed di hikûmeta Sûriyê de cih bigirin, û hêzên Kurdî di nav saziyên dewletê de entegre bikin.

Li gorî çavkaniyên Sûrî ku bi rojnameya Erebî Al Majalla re axivîne, Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Hesen Şeibanî roja Duşem û Sêşemê li Şamê du civînên cuda bi Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed re li dar xistiye.

Di encama civînan de lihevkirinek çêbûye ku saziyên leşkerî û sivîl ên di nav HSD û Rêveberiya Xweser de werin hilweşandin, û piştre jî karmend di nav saziyên dewleta Sûriyê de werin entegrekirin.

Di dawiyê de, biryar hat dayîn ku alî li Qesra Serokkomariyê bi Serokkomarê Sûriyê Ehmed Şera re bicivin, piştî vê yekê Mazlum Ebdî dê daxuyaniyek giştî bide.

Ebdî dê bibe şêwirmendê Şera

Li gorî agahiya Mazlum Ebdî dê wekî şêwirmendê serokatiyê were tayînkirin.

Tê payîn ku qada berpirsiyariya wî bi fermanek serokatiyê were zelalkirin.

Îlham Ehmed dê bi rêya kotayek ji bo Serokkomar veqetandî ji bo Meclîsa Gelê Sûriyeyê were tayînkirin.

Tê gotin ku Ehmed dikare beşdarî xebatên destûrî an jî di Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsê de bibe.

Îhtîmala tayînkirina Ehmed ji bo Wezareta Karên Derve jî hate nîqaşkirin. Hat ragihandin ku vebijarkên wekî Cîgirê Wezîrê Karên Derve an şêwirmendê payebilind têne nirxandin.

YPJ dê tevlî Hêzên Ewlekariya Navxweyî bibe

Di hevdîtinên li Şamê de, di derbarê beşdarbûna nêzîkî 1500 endamên YPJ di Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên di bin Wezareta Karên Navxweyî de jî lihevkirinek hate kirin.

Pêşbînî tê kirin ku endamên YPJ di yekîneyên dijî terorê de xizmet bikin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin bicihkirin.

Hat ragihandin ku rêveberiya Şamê dê di pêşerojê de tevlîkirina endamên YPJ di nav artêşa Sûriyeyê de jî bifikire.

Back to top button