CivakFlaş

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Serok Mesûd Barzanî kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî bi minasebeta wergirtina Nîşana Bilind a Papa yê Pîrozê Vatîkanê pîrozbahî li serok Baarzanî kir.

Pîrozbahî:

Bi boneya wergirtina Nîşana Bilind a Papa yê Pîrozê Vatîkanê ve, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî Cenabê Serok Mesûd Barzanî dikim. Bexşandina vê nîşana bilind bo cenabê wan, rêzgirtin e ji bo rola wan a diyar di parastina mafên pêkhatên li Kurdistan û Iraqê.

Ev rêzlêgirtin cihê şanaziya Herêma Kurdistanê ye û rêzgirtin e ji bo çanda pêkvejiyanê, hevdu qebûlkirin û lêborînê wekî taybetmendiya civaka Kurdistanê, herwiha ji bo wan nirxên miroviyên gelê me ku herdem pêdagirê wan e û bi xemxurê parastina wan e.

Her bi vê boneyê ve, em tekez dikin ku Herêma Kurdistanê dê herdem weke niştimanekî aram ji bo hemû pêkhatên xwe û xemxûrê parastina pirrengî û maf û azadiyên hemûyan û ji bo çespandina nirxên aştî, pêkvejiyan û rêzgirtina beranber dimîne.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21/08/2026

Back to top button