
Serokkomarê Tirkiye Erdogan bi minasebeta salvegera Cenga Malazgirtê ku wek ketina Tirkan a Kurdistanê û rojhilat tê qebûl kirin, hat Xelata Bilîsê. Erdogan civîna hukumetê li Xelatê pêkanî herweha ji bo heman çalakiyê Behçelî jî vexwand Xelatê. Wek tê zanîn Erdogan qesrek a serokkomariyê li Xelatê avakiriye û herweha ji bo Dewlet Bahçelî jî di tenişta xwe de avahiyek avakiriye.
Erdogan axavtinek kir û dirêjahî behsa carayekem ketina tirkan ya deverê kir. Herweha beşek axavtina xwe de behsa pêvajoya ku rêve diçê jî kir.
Di derbarê “Pêvajoya Tirkiyeya bê teror” de Erdogan got:
Du sal berê, me pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror” ji Xelatê dest pê kir, bi îzna Xwedê, serdemeke nû ji bo miletê me destpêdike.
Aboriya me dê bi biratiya me re xurt bibe. Berxwedana eniya me ya navxweyî dê bi serfiraziya me re zêde bibe. Derdora me ya nêzîk, nemaze Sûriye û Iraq, dê aştî û aramiya ku bi salan e dixwazin bi dest bêxin. Hemû gelên bira yên li erdnîgariya me dê li gel Tirkiye û miletê Tirk.bi ser bikevin,
Em dizanin kî ji vê yekê aciz dibe. Em dizanin kî xemgîn e. Ez ji wan re dibêjim: Hûn çi bikin jî, hûn nikarin me ji rêya me dûr bixin. Hûn nikarin me ji hembêzkirina hev wekî bira û xwişkan – Tirk, Kurd û Ereb – asteng bikin. Em dizanin hûn çi hesaban dikin. Em pir baş dizanin hûn çi cûre lîstikan dilîzin. Em pir baş dizanin ew destên qirêj ên ku dirêjî me, welatê me, miletê me, biratiya me, baweriya me û aştiya herêma me dikin. Ger her kesî planeke hebe, piştrast bin ku me jî planeke, hesabeke me heye.


