
Rola Nêçîrvan Barzanî di hevkêşeyên herêmî û navneteweyî de; Şerê Îran û Amerîkayê wekî mînak
Profesor Doktor Serdar Qadir Muhiyedîn, pisporê yasaya destûrî û dîplomasiya qeyranan
Çîrok kengî dest pê kir?
Tiştê ku çîrokê ji me re eşkere dike û vedibêje, malpera Axios (Axios) e ku malperek medyayî û rojnamevaniya dîjîtal a Amerîkî ye û di sala 2017an de li ser destê çend rojnamevanên navdar ên wî welatî hatiye damezrandin, wekî Jim Vande Hei, Mike Allen û Roy Schwartz. Bi wê yekê jî navdar e ku giringiyeke zêde dide siyaseta Amerîkayê û proseya dirustkirina biryaran li paytexta Washingtonê (Qesra Spî, Asayîşa Neteweyî, pêwendiyên navneteweyî, aborî û Kongresê) û li pey wan diçe. Ji bo her yek ji van cih û waran jî peyamnêrê wê yê taybet heye; navdariya wê jî bi wê yekê derketiye ku rapor û zanyariyên bêhempa û taybet (Exclusive information / Scoop) bi dest dixe.
Axios di 16ê Tebaxa 2026an de raporek derbarê hewldaneke navbeynkariya Serokê Herêma Kurdistanê de li ser daxwaza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di bin sernava “Scoop: Inside Trump’s secret backchannel to Iran’s Revolutionary Guard” ji aliyê Barak Ravid ê peyamnêr ve belav kir; û ev yekem car bû ku piştî sê mehan ji encamdana kar, ev zanyarî hate belavkirin. Sedema daxwaza Qesra Spî ji Serokê Herêmê piştî wê hat ku Amerîka pêşbînî dikir piştî deh rojan ji derengketina îmzekirina têgihîştina Îslamabadê ya di navbera Amerîka û Îranê de, li Îranê serkirdayetiyeke yekbûyî nîne da ku pêwendî û rêkeftinê bi wan re bike. Û wisa difikirîn ku Supaya Pasdaran rêgir in û ew desthilatdarên welat in û bêyî nêrîn û razîbûna wan ti rêkeftinek bi Îranê re sûdê nade û bi ser nakeve.
Ji bo gihîştina bi wan zanyarî û rastiyan, ti dewletek navbeynkar, wate, Pakistan, Qeter, Uman û Tirkiye nekarîn bersivek ji bo Amerîkayê werbigirin û bigihin çavkaniya pêwîst û mebest. Li gorî çavkaniyê, ji bo gihîştina bi wê rastiyê, Amerîkayê bi riya Tulsi Gabbard Rêvebera Îstixbarata Niştimanî daxwazeke fermî ya Serokê Welêt di wê derbarê de gihande Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê. Amerîka gelek hez dikir bigihe wê rastiyê, ji ber ku li cem wan pêwendiya wê bi paşeroja danûstandin û rêkeftinê re hebû li gel Îranê. Bi gotina Axios, daku Amerîka bizane bi kê re danûstandinê dike û gotina dawî ji bo biryardanê li cem kê ye. Ewa bû ku livîna dîplomatîk a piştperdeyê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ve bi serkeftî hate encamdan.
Giringiya navbeynkariya Serokê Herêma Kurdistanê di çi de bû?
- Di nav hevkêşeyên aloz ên bilindbûyî yên Rojhilata Navîn de, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi nûnertiya Herêma Kurdistanê karî livîneke navbeynkariyê ya kêm û bêhempa bike. Ku çendîn dewletên navçeyê dildarê wê livînê bûn, ji aliyekî ve ji bo ku roleke berfireh di qeyranê de bibînin. Û ji aliyekî din ve jî ji bo ku pêwendiyên xwe bi Amerîkayê re bi xurtî bidomînin. Ev jî wekî xalek erênî ji bo Herêma Kurdistanê û serokê wê tê hejmartin.
- Min gelek lêkolîn kir ji bo ku bizanim gelo Amerîka berê ev daxwaza navbeynkariyê ji serokê herêmekê yan kesayetiyeke siyasî kiriye, lê ti zanyariyek bi destê min neket ku vê yekê piştrast bike. Heger Amerîkayê ev daxwaz jî kiribe yan li dewletekê bûbe, yan ji berpirsekî siyasî yê nav dewletekê bûbe bêyî rewşa dewlet û Neteweyên Yekbûyî, mînaka me di wê derbarê de nîne; lewma ev kêmpeyda ye.
- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê xwedî pêgehek taybet a xwe di navçeyê de ye û pêwendiyên wî bi hemûyan re hevseng in û dikare ji bo navbeynkarî û çareserkirina pirsgirêkan pena jê re were birin. Ev rastî jî di hevpeyvînekê de Brett McGurk amaje pê kir. Brett McGurk wekî şêwirmendê karûbarên Rojhilata Navîn bi çar serokên Amerîkayê re berdewam bûye.
- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bilî xalên erênî û pêwendiya hevseng bi hemûyan re, bi xwe paşxaneyek baş bi jîngeha siyasî ya Îranê re heye û dikare bi zimanê farsî yê zelal biaxive. Û demeke dirêj li wir jiyaye û baştir ji serokên welatên navçeyê kesayetiyên wî welatî dinase.
- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û bi xwe Herêma Kurdistanê jî bêaliyebûna xwe ya temam parastine û heta niha nebûne beşek ji wî şerê ku di navbera Amerîka û Îranê de heye. Harchand ku ji aliyê Îranê û grûpên wê yên wekîltiyê ve berdewam êrîşên mûşekî û dronî hatine kirin ser Herêma Kurdistanê, ku nûtirînê wan êrîşa dronî ya çend rojên borî bû bo ser ofîsa taybet a Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û cihê bêhnvedana rêveberê ajansa parastinê li qezaya Pîrmam li Hewlêrê.
- Kevate Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û arasteya Herêma Kurdistanê ne tenê bêaliyeke rêjeyî nebûn, belkî bêaliyeke temam erênî û çalak bûn di wî şerî de. Ev jî kar asantir kir ku daxwaz jê bê kirin wekî navbeynkar bikeve nav mijarê û Îran jî bi wê yekê razî bibe û pêbaweriyê pê bike.
- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê karî bigihe encamê, her du alî jî muamele bi navbeynkariya wî kirin. Daxwaz û peyama Amerîkayê bi eşkereyî bi riya Serokê Herêmê ve gihandin Îranê û ji aliyê Supaya Pasdaran ve jî hate bersivdan.
- Encama navbeynkariyê nîşanek erênî da her du aliyan; her lewma Amerîkayê daxwazek din ji Serok Nêçîrvan Barzanî kir daku wekî navbeynkar li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê mêvandariya şanda danûstandina her du aliyan bike. Serokê Herêma Kurdistanê jî razîbûna xwe bi mêvandarî û pêşwazîkirina her du aliyan nîşan da. Harchand îraniyên bi hinceta emnî red kirin ku bên Hewlêrê, lê pêbawer bûn ku bi xwe rûniştin rê dide encamdan.
- Pêbaweriya Amerîkayê bi Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di nav hemû serkirdeyên din ên Rojhilata Navîn de, rastiya wê yekê derdixe ku heta niha Herêma Kurdistanê di stratejiya Amerîkayê de pêgeheke taybet heye. Û ji aliyê bi xwe dewletên navçeyê ve wekî Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq êdî weha lênêrîn li Herêma Kurdistanê nayê kirin ku metirsî ye ji bo ser asayîşa wan a neteweyî. Lê niha ew metirsî ne tenê reviyaye, belkî bi xwe daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê dikin daku karasaniyê ji wan re bikin û di tebayiya niştimanî ya di navbera hikûmeta navendî û gelê kurd ên wan welatan de rola navbeynkariyê bigirin, wekî: proseya çareseriyê li Tirkiyê, Sûriye û carinan jî li Îranê. Ev jî xaleke guherîna erênî ye di siyaseta derve ya wan welatan beramberî Herêma Kurdistanê.
Gelo ew erka navbeynkariyê li wir dest pê kir û her li wir jî bidawî hat?
Bê guman bersiv nexêr e. Ev berhema karên dîplomatîk ên çardeh sal berê ye; niha gihiştiye wî astî ku em dibînin.
Piştî şopandina min ji bo beşek ji arşîva Partiya Demokrata Kurdistanê û bîranînên Serok Barzanî û malpera rêzdar û malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bersiva pirsyarê, datayek din heye; her ew nîne ku Serokê Herêma Kurdistanê di vê qonaxa niha de navbeynkariyek xistiye stûyê xwe û ti pêşîneyek din tune ye; nexêr pêşîneya wê heye û heta li gorî qonaxan berfirehtir bûye û baweriya zêdetir jî li gel Herêma Kurdistanê çêbûye bi taybetî li gel Tirkiye, Sûriye û Iraq û hin caran jî li gel Îranê. Kar di çend rewşan de hatine dîtin: navbeynkarî, dirustkirina tora pêwendiyê, hemahengîkirin, beşdarî di mîkanîzma çareseriyê, rewandina metirsiyan û hwd.
Mînak, Serok Barzanî berdewam bi peroj bûye ji bo pêwendiya li gel Tirkiyê û beşdariya çalak hebûye di proseya aştevayiya Kurdistana Bakur li gel hikûmeta Tirkiyê, ta ji wir gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bigihên mafên xwe yên neteweyî û medenî û di destûra wî welatî de cîgir bibin. Di hin qonaxan de jî prose baş çûye pêş û Serok Barzanî bi kirdarî, bi xwe ew erka neteweyî dîplomatîk girtiye stûyê xwe. Ewqasê ku min karî lêkolînê bikim, piştî raperînê Serok Barzanî zêdetirî 9 caran serdana Tirkiyê kiriye; pênc ji wan di serdema serokatiya Herêmê ya rêzdar de bûye û vexwendinên fermî bûn û mebesta zêdetirê serdanan jî proseya aştevayiya wî welatî bûye. Dawîntirînê wan jî ew yê sala 2025an bû ku pasewanên wî bi alaya Kurdistanê ve çûn nav Tirkiyê û hinek nîgeranî jî wekî bertek ji aliyê neteweperestan ve jê ket.
Li pey wê erka neteweyî ya Serok Barzanî ji bo beşdarîkirina di proseya aştevayî û karê dîplomatîk û bazirganî, ku bi taybetî zêdetirê wan rehenda proseya aştevayiyê tê de hebûye li Tirkiyê. Nêçîrvan Barzanî di sala 2012 ta 2025an de, zêdetirî 17 caran serdana Tirkiyê kiriye û ji aliyê xwe Tirkiyê ve ji bo pêşvebirina proseya aştevayiyê daxwaza hevkariyê jê hatiye kirin; ev serbarê wê ye ku Serokê Hikûmetê jî zêdetirî 3 caran bi fermî serdana wî welatî kiriye.
Gelo ligel wan serdanên Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîran, Hikûmeta Tirkiyê jî danûstandin ligel wan rewşên aştevayî û dîplomatîk ên Herêmê hebûye?
Berpirsên Tirkiyê li hember wan pêwendiyên erênî yên Herêma Kurdistanê danûstandineke berfireh hebûye, bi taybetî di qonaxa hatina ser hikmê ya Partiya Dad û Geşepêdanê; her ji sala 2009 ta 2026an, berpirsên Tirkiyê zêdetirî 21 caran bi fermî serdana Herêmê kirine. Mînak wekî hejmar bi caran: Serokê Tirkiyê 2, Serokwezîr 3, Siyaseta Derve 10, Berevanî 3, Bazirganî û Darayî 1, MÎT 2.
Derbarê dosyeya Sûriyê jî, Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî her li ser wê arasteyê bûn. Piştî raperînê Serok Barzanî di sala 2003an de ji bo yekem car serdana Sûriyê kir ji bo piştgiriya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, û di meha Sibata 2025an de Birêz Hemîd Derbendî şand Sûriyê û ligel aliyên Kurdî civiya. Dawîntirîn serdan jî ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ve bû di sala 2026an de û ligel bi xwe Serokê Sûriyê civiya û di pêşwazîkirina wî de rûresmê temam ê dîplomatîk bi alaya Kurdistanê ve hate girtin ber. Armanc ji serdanê hevkarîkirin û piştgirî bû ji bo proseya aştevayiyê li Sûriyê di navbera gelê Kurd û Hikûmeta Sûriyê de.
Ji aliyekî din ve, Partiya Demokrata Kurdistanê û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salên 2012 ta 2014an de di çar qonaxên giring de li ser astê neteweyî mêvandariya aliyên siyasî yên Kurdî yên Rojavayê kirin bi mebesta yekhelwestbûn û yekpakêciya neteweyî li Rojavayê. Encama wê jî erênî bû, wekî Rêkeftina Hewlêr 1, Hewlêr 2, Rêkeftina Dihokê. Ev bilî wê ye ku pêwendî di 2012 – 2014an de gelek germ û gur bûn û zêdetirî 10 serdanên aliyên Sûriyê bo Herêmê hene, ku hinek ji wan heta aliyê Kurdî yê Sûriyê nebûn û ji bo mebesta navbeynkarî û asankariyê hatibûn da ku Herêma Kurdistanê bandorê li ser aliyên Kurdî yên Sûriyê bike ji bo beşdarîkirina wan di konferansa Cenevreyê de, ku li ser rewşa Sûriyê ya wê demê hate sazkirin.
Lê hewldanên salên 2025 ta niha di wê de hatin çrkirin ku mafên medenî yên gelê Kurd li Sûriyê encamek hebe û proseya aştevayiyê ber bi pêşve biçe. Her lewma Birêz Mezlûm Ebdî ji Çileya 2025an ve ji bo axaftina li ser dosyeya mafên gelê Kurdê Rojava û rêkeftina ligel Şamê zêdetirî 5 caran ji aliyê Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve li Herêmê pêşwazî lê hate kirin.
Heman hewla dîplomatîk û pêwendiya baş û hebûna baweriyê ligel Îranê jî hebûye. Bi taybetî piştî sala 2005an ku Hikûmeta Herêmê bû dîfaktokeya destûrî, Serok Barzanî di serdema serokatiya Herêmê de, 2 caran serdana Îranê kiriye û carekê ji wan di 2011an de ligel bi xwe Rêberê Giştî civiye. Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê jî heta niha zêdetirî 5 caran serdana Îranê kiriye û Serokwezîran jî yek car. Mijara serdanan jî bazirganî û siyasî û hinek mijar jî derbarê aliyên siyasî yên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê bûn.
Di hemberê jî de, berpirsên Komara Îslamî bi fermî zêdetirî caran li ser astên cuda û ji bo mijarên stratejîk serdana Herêmê kirine. Ev bilî wê ye ku konsul û balyozên wî welatî gelek zû zû serdana Serokê Herêma Kurdistanê û Hikûmetê kirine; Serok 1 car, Wezareta Derve bi taybetî carekê Wezîrê Derve, Wezareta Navxwe 1, Parêzgar 3.
Tiştê ku hate baskirin, zêdetir li ser rehenda neteweyî bû ku çawa Serokatiya Herêma Kurdistanê kariye pêwendiyên xwe ligel welatên cîran hêmin bike û ber bi pêşve bibe û ji rûyê siyasî û aborî ve veberhênanê jî tê de bike. Ku li gorî qonaxan bû sedema geşesendina Herêma Kurdistanê û dirustbûna pêwendiya aborî û bazirganiya berfireh û pêşvebirina veberhênanê li Herêmê.
Ev serbarê wê ye ku çendîn serdanên fermî ji bo çendîn dewletên Ewropî û Rojhilata Navîn ji aliyê Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîran ve hatine encamdan. Bi taybetî Serokê Herêmê zêdetirî 15 serdanên fermî di 2014an de bo welatên dinê kirine; bilî Îran û Tirkiyê. Armanc jî ji wan bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê bûye li ser nexşeya siyasî ya cîhanê û zêdetir misogerkirina piştgiriyên navneteweyî ji bo Herêma Kurdistanê.
Livîna fermî û dîplomasiya piştperde çawa veberhênana siyasî û aborî tê de bê kirin?
Mixabin bi sedema wê jîngeha siyasî ya ku her ji sala 1992an ve Herêma Kurdistanê tê de ketiye, nehatiye karîn bi qasî pêwîst veberhênan di wan livînên dîplomatîk ên giring de bê kirin. Dihat karîn ji wê zêdetir bê kirin; Herêma Kurdistanê pirtir pêş biketa; geşesendîtir bûya, dikarî Herêma Kurdistanê cureyek ji rola Swîsreyê li Rojhilata Navîn bibîne.
Gelo dibe ji nêrîna wan livînên dîplomatîk ên Serokê Herêma Kurdistanê, Herêm bikaribe rola Swîsre yan Cenevreyê bibîne?
Di wê derbarê de Swîsre û Cenevre du diyardeyên ta radeyekê ji hev cuda ne, lê herdu jî sîmaya navbeynkarî û bêaliyebûn û dîplomasiyê tê de ne. Rast e Swîsre li ser bingeha serweriya dewlet û bêaliyebûn û seqamgirî û aboriyek geşesendî û damezraweyîbûnê ye, lê Cenevre nîşanek e ji bo siyaseta navneteweyî di warên dîplomasiyê, kongreyên navneteweyî, navbeynkarî, danûstandin, û kanala gihandina hevpeymanan.
Gelo Herêma Kurdistanê di şiyana wê de heye ku wê rolê bibîne?
Belê, bê guman eger hewl jê re bê dayîn di şiyana wê de ye. Pîvanên şiyanên wê jî wekî berdewambûn di navbeynkarî û navendgeriyê ji bo aliyên siyasî yên Iraqê û dewletên navçeyê û dinê, bêaliyebûna rêjeyî, çimkî Herêma Kurdistanê nikare di wê jîngeha ku lê hatiye dorpêçkirin de bi temamî bêalî be. Mînak, mafên gelê Kurd di perçeyên din ên Kurdistanê de. Dîplomasiya piralî ku niha ji aliyê Serokê Herêmê ve tê encamdan. Asayîş û seqamgiriya Herêmê alîkar e ji bo hebûna hêza nerm a bibandor li Herêma Kurdistanê wek zankoyan. Bestina çendîn kongre û konferans û korbendan. Navendên lêkolînê, rêxistinên navneteweyî li Herêmê. Veberhênana navneteweyî û navçeyî. Pêkvejiyan. Ev û çendîn sedemên din ku zemîneya Herêmê di wê derbarê de guncawtir dikin.
Kevate, em dikarin Herêmê bikin mînbertek navçeyî ji bo navbeynkarî û gotûbêj û hevkariya aliyan.
Gelo Serokê Herêmê ew şiyan heye ku vî karî bigire stûyê xwe û Herêmê bo wî astî bilind bike?
Ewê pêşî derdixe ku dikare û zemîneyek guncaw jî heye ji bo ku bikaribe livînê jê bike çi li ser astê navxweyî û çi li ser astê navçeyî û navneteweyî. Her ji sala 2005an heta niha Serokatiya Herêmê di serdema Serok Barzanî û Kak Nêçîrvan Barzanî de kariye Herêma Kurdistanê ji pêgehek jeopolîtîk a nehemwar veguhêze bo bingehê stratejiya welatan û sedema seqamgiriyê û alîkar ji bo çareseriya pirsgirêkên navçeyê. Bi wê wateyê ku di wê demê de Serokatiya Herêmê kariye nîgeraniya bi xwe wan dewletan jî ku pirsgirêkên wan ligel welatiyên Kurd ên wan hene li Tirkiye û Îran û Sûriye, êdî wisa lênêrîn li Herêma Kurdistanê nekin bi wê yekê ku metirsî û gef e ji bo ser asayîşa neteweyî ya wan, belkî Herêma Kurdistanê bûye hevkar ji bo proseyên aştevayiyê li wan welatan di navbera gelê Kurdê Bakur û Rojava ligel hikûmetên wan. Di heman demê de bêaliyebûnek rêjeyî heye çimkî berdewam tekez li ser dabînkirina mafên rewa yên gelê Kurd dike li wan welatan bi riya çareseriya demokratîk û aştiyane.
Pirsyarek din a giring di wê derbarê de derdikeve pêş: Gelo livînên dîplomatîk û siyasî yên Serokatiya Herêmê ligel jîngeha siyasî ya navxweyî ya Herêmê û proseya wê ya siyasî hevterîb in?
Bersiv diyar e ku nexêr e. Di demekê de ku Serokê Herêmê mijûlî navbeynkariyê ye di metirsîdartirîn şerê Rojhilata Navîn û di navbera serhişktirîn du aliyên dijî hev de ku Îran û Amerîka ne, herdu alî jî baweriya temam bi wê navbeynkariyê hene ku tê kirin û berhema wê jî hebû. Gerçî merc nîne hemû hewldanên navbeynkariyê ji rûyê siyasî û dîplomasiyê ve encama wan hebe. Lê di heman demê de li ser astê navxweyî yê Herêmê proseya siyasî ber bi paşveçûnê ve ye û nehatiye karîn heta niha kabîneya dehem bê pêkanîn… kevate nehevsengiyek heye.
Kevate hinek ji wan pirsgirêkên li pêş Serokê Herêmê ji bo baştir edakirin a wê rola giring ev in:
- Lêktrazan û perçebûna siyasî ya navxweya Herêmê; ku bawerî û pêgeha Herêmê li derve û navxweya Iraqê ber bi daketinê dibe.
- Rikberiya neyînî ya partiyan; ev diyarde temamê sînorên etîka karê siyasî û neteweyî derbas kiriye. Herweha bandorek neyînî li ser rewşa pêwendiyên derve yên Herêma Kurdistanê dibe û wê dike paşkoyê wê milmilanêya partiyatî ya ku heye.
- Pêwendiyên ligel Bexdayê bilindbûn û daketinê dikin. Ji aliyekê ve hinek ji serokên Bexdayê nêta wan a pak di cîbicîkirina fîderaliyetê de nîne. Ji aliyekî din ve jî hinek aliyên siyasî yên Kurdî roleke ewqas neyînî dibînin ku dijminên Kurd ew şiyan nînin. Pirsgirêka wan jî di wê de ye her pêşveçûnek yan kêmtirxemiyek ku hebe li ser Partiya Demokrata Kurdistanê hesab dikin û di şûna çareser û hevkariyê, rêgiriyê zêdetir dikin. Ev jî Serokatiya Herêmê û Hikûmetê rûbirûyî zehmetiyê dike. Ev ji bilî wê ye ku bi xwe Herêm beşek e ji Iraqê, ku hinek car sînorê livînên dîplomatîk berteng dike. Lê heta niha li hember livînên dîplomatîk ên Serokê Herêma Kurdistanê li ser astê Iraqê û navçeyê nîgeranî jê derneketiye.
- Bêaliyebûna rêjeyî ya Serokê Herêmê hinek caran livîna dîplomatîk berteng dike yan astengiyê jê re datîne. Bi xwe Serokatiya Herêmê jî di hinek mijaran de nikare bi temamî bêalî bibe. Wekî şayisteyên destûrî yên Herêma Kurdistanê li hember hikûmeta fîderal, yan mafên rewa yên gelê Kurd di perçeyên din ên Kurdistanê de. Lê di wê rewşê de bextewarane ligel dewletên navçeyê têgihîştinek derbarê wan dirust bûye.
- Hinek dosyeyên asayîş û serbazî bi neçarî Herêma Kurdistanê dikin aliyek ji milmilaneyan. Herçende Serokatiya Herêmê û Hikûmet wê peyamê dubare kirine, bi wê yekê ku Herêma Kurdistanê ne beşek e ji wî şerê Rojhilata Navîn û ne dibe aliyek jî jê, belkî bêaliyebûna xwe bi berdewamî parastiye. Her lewma ew rewş bandorê li ser livîna dîplomatîk a Herêma Kurdistanê dike û hinek dem dibe asteng li pêş livînên dîplomatîk û navbeynkariyên Serokatiya Herêma Kurdistanê.
Mebesta me li vir ew nîne ku Serokê Herêma Kurdistanê li hember hemû rûdan û aliyan bêalî be, belkî ya giring ew e bikaribe ligel hemûyan gotûbêj bike bêyî ku bibe peyrewê ti aliyekê ji wan. Giring arastekirina livînên wî ye ji bo berjewendiyên stratejîk ên Herêma Kurdistanê û pêşvebirina wan; nîşan di wê derbarê de erênî ne.
Çavkanî: Navenda Hizrî ya Kurdistanê, Malpera Pênûs https://penus.krd/?p=5290


