
Piştî zêdetirî 40 salî navê Sûriyê ji lîsteya welatên piştgirên terorê, bi fermî hat rakirin. Hikûmeta Sûriyê pêşwazî lê kir.
Wezareta Gencîneyê ya Emerîkayê ragihand ku navê Sûriyê wekû welatekî piştgirên terorê hat rakirin û bi vê yekê qedexe û astengiyên ku bi vî navî ve girêdayî bûn, êdî nema li ser Sûriyê tên sepandin.
Wezaretê diyar kir, di heman demê de, navê Desteya Tehrîr El-Şam jî ji lîsteya rêxistinên terorîst ên cîhanî yên taybet hat rakirin.
*Daxuyniya Marco Rubio
Wezîrê Derve yê Emerîkayê Marco Rubio got, Îro, navê Sûriyê bi fermî ji ser lîsteya welatên piştgirên terorê hat rakirin, û bi vê yekê asoyên nû ji bo pêşxistina abûriya Sûriyê vedibin.
Robio got jî, Rêveberiya Trump di karê ji bo peydabûna aştî, geşepêdan û ewlehiyê li Rojhilata Navîn de berdewam e.
*Şeri’ spasiya Trump dike
Serokê Sûriyê Ehmed Şeri’ pêşwazî li vê biryarê kir û wekû biryareke dîrokî bi nav kir, û pîrozbahî li miletê Sûriyê kir û got, ez spasiya serokê Emerîka Donald Trump û hemû welatên heval û piştevanên me dikim ku li kêleka me rawestiyan.
“Guhertineke mezin e”
Wezareta Derve ya Sûriyê pêşwazî li biryara Emerîkayê kir û got ku êdî guhertineke mezin li ser asta pêwendiyên navdewletî yên Sûriyê çêdibe, û ev gav rûpeleke nû di pêwendiyên Sûriyê yên navdewletî de vedike.
Wezareta Derve ya Sûriyê her weha da zanîn ku rakirina navê Sûriyê ji lîsteyê, dê piştgiriya başbûna abûrî bike, û dê zemînekê ji bo dubare avakirinê peyda bike. Sûriyê dixwaze hevparî û hevkariya stratecîk bi Emerîka û civaka navdewletî re bihêztir bike, ku têkeve xizmeta berjewendiyên hevbeş ên herdu aliyan de.
*Ji sala 1979an ve bû
29ê Berçileya sala 1979an, navê Sûriyê ketibû lîsteya Emerîka ya welatên piştgirên terorê, û beriya niha Serokê Emerîkayê Donald Trump, di hevdîtina xwe ya bi Serokê Sûriyê Ehmed Şeri’ re di çarçoveya civîna NATO ya 8ê Tîrmehê, gotibû ku ew dixwaze navê Sûriyê ji lîsteyê rake.


