FlaşPolîtîk

Ebdî hilweşandina HSDê ragihand..!


Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, bi fermî dawî li mîsyona xwe anî û hêzên xwe wekî rêxistinek leşkerî ya serbixwe hilweşandin.

Ebdî roja Sêşemê got, “Îro, bi berpirsiyariya herî mezin, em dawîyê li mîsyona Hêzên Sûriya Demokratîk tînin û hilweşandina wê wekî hêzek leşkerî ya serbixwe radigihînin.” Em dixwazin îro bibe destpêka veguherînek rastîn ji qada şer ber bi qada avakirinê, ji serdema çekan ber bi serdema aştiyê, û ji qonaxa parastina Sûriyeyê ber bi qonaxa avakirina neteweyî.”

Ebdî li gor xwe qurbaniyên şehîdan bi bîr anî û got ku şervanan ne ji bo şer bi xwe, lê ji bo roja ku tu Sûrîyek ne hewceyî hilgirtina çekan be şer kirine.

Di beşek din a axaftina xwe de, Mazlum Ebdî bal kişand ser mafên gelê Kurd û civakên din û tekez kir ku mafê perwerdehiyê bi zimanê dayikê (zimanê Kurdî) yek ji mafên bingehîn e.

Mazlum Ebdî peyamek ji bo hemî civakên li welêt, di nav de Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî û Tirkmenan, şand û tekez kir ku Sûriye welatê hemûyan e; Çawa ku me di demên berê de bi hev re parastin û qurbanî dan, em ê bi heman ruhê parvekirin û bi hev re pêşerojek azad, geş û aştiyane ava bikin.

Back to top button