
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, şeş kesên ji heman malbatê, ku çar ji wan zarok bûn, ji ber ku wesayîta wan ket nav kanalek avê ya li kêleka rê, jiyana xwe ji dest dan.
Li ser rêya Nisêbînê û Cizîrê li nêzîkî bûyereka hatinçûyînê rûda. Weseyeta ku nasnameya ajokar û plakaya wê hîn nehatiye diyarkirin, kontrola xwe winda kir û ket kanalek avê ya li kêleka rê.
Şeş kes di hundirê wesayîtê de asê man. Piştî agahdarkirinê, tîmên cenderme, agirkujiyê û 112 Servîsên Bijîşkî yên Lezgîn şandin cihê bûyerê.
Di kontrolên ku ji hêla tîman ve hatin kirin de, hat destnîşankirin ku Fikriye Öztürk (30), Gülcan Öztürk (28), Zana Öztürk (5), Mert Öztürk (5), Mehmet Şîrîn Öztürk (11), û Lavîn Öztürk (9) jiyana xwe ji dest dane.


