FlaşNivîsar

Aloziya Qedexeya Serpoşê û Bandora Wê Li Ser Têkiliyên Tirkiye û Azerbaycanê

Bandorên biryara qedexekirina serpoşê (hîcabê) li Azerbaycanê, hem li qada navxweyî hem jî li ya navneteweyî berdewam dikin. Ev pirsgirêka ku di destpêkê de tenê wekî mijareke olî û civakî derketibû holê, niha veguheriye qeyraneke siyasî ku gefê li hevalbendiya xurt a di navbera Tirkiye û Azerbaycanê de dixwe.

Çirûska Qeyranê

Di 21ê Îlonê de, hikûmeta Bakuyê bi hinceta parastina “perwerdehiya laîk”, li dibistanên dewletê serpoş qedexe kir. Vê pêngavê li Tirkiyeyê, nexasim di nav Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) de, rastî bertekên tund hat. Karbidestên payebilind ên Tirkiyeyê ev biryar bi tundî rexne kirin û ji Azerbaycanê xwestin ku wê betal bike.

Li hemberî vê yekê, Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev bi peyameke rasterast ji hevtayê xwe yê Tirk Recep Tayyip Erdogan re bersiv da û jê xwest ku “Tirkiye tevlî karûbarên navxweyî yên Azerbaycanê nebe û bala xwe bide karên xwe yên hundirîn.”

Bertekên Dîplomatîk

Her çend Bakuyê berê jî (du sal berê) li hember hin daxuyaniyên Erdogan ên li ser Qerebax, Lîbya û Orşelîmê nerazîbûn nîşan dabe jî, ev yekem car e ku Erdogan bi awayekî ewqas eşkere tê rexnekirin. Ji ber vê rageşiyê, Erdogan hefteya borî serdana xwe ya bo Azerbaycanê (ji bo beşdarbûna Civîna CICA’yê) betal kir û li şûna xwe Wezîrê Derve Hakan Fîdan şand Bakuyê.

Îdiayên “Darbeyê” Di Medyaya Azerbaycanê De

Aloziya di navbera her du welatan de li ser medyayê gurtir bû. Malpera Kavkaz Info ya ku nêzî hikûmeta Azerbaycanê ye, rapora bi sernavê “Li pişt perdeyê civîna Hakan Fîdan bi Weqfa Alîkariya Ciwanan re” weşand. Di raporê de Fîdan bi wê yekê hate tawanbarkirin ku wî bi hin rêxistinên Tirkiyeyê (wek TÎKA û ÎHH) re civînên veşartî pêk aniye. Malperê îdia kir ku ev sazî bi îstîxbarata Tirkiyeyê ve girêdayî ne û hewl didin “li Azerbaycanê nearamiyê derxînin, tora sîxurên xwe ava bikin û li dijî Aliyev darbeyekê plan bikin.”

Bersiva Enqereyê

Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Bakuyê bi lezgînî daxuyaniyek da û ev îdia bi tundî red kirin. Balyozxaneyê ev nûçe wekî “derew, bêbingeh û dezenformasyoneke ku armanca wê xerakirina têkiliyên her du welatan e” bi nav kirin. Hate diyarkirin ku Hakan Fîdan tenê bi hin welatiyan re wêne kişandiye û ti civîneke veşartî pêk neaniye.

Hakan Fîdan bi xwe jî hebûna hin nakokiyan qebûl kir, lê destnîşan kir ku divê ev pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin. Ji bo nermkirina rewşê, Erdogan bi boneya Roja Serxwebûna Azerbaycanê peyameke pîrozbahiyê ji Aliyev re şand û bi gotinên “heval û birayê min” xîtabî wî kir.

Şerê Medyayî Berdewam Dike

Tevî van hewldanên nermkirinê, êrîşên medyayî yên Azerbaycanê nesekinîn. Heman malperê gotareke nivîskar Aslan Valiyev weşand ku tê de Tirkiye wekî “dewleteke olî ku nikare dersan bide Azerbaycanê” hate pênasekirin. Valiyev hikûmeta Tirkiyeyê bi nêzîkatiyên mezhebî, dijminatiya li hember Ataturk û hewldana ferzkirina rêzikên exlaqî tawanbar kir, û tekez kir ku “Azerbaycan dê tu carî vê modelê qebûl neke.”

Hêviyên Çareseriyê

Li aliyê din, nivîskarê Tirk Murat Yetkin bal kişand ser nakokiyên mantiqî yên di van îdiayan de. Wî bi bîr xist ku Tirkiye jî gelek caran li hember hin helwestên Azerbaycanê (wekî derneketina nûnerê wan ji salona Neteweyên Yekbûyî di dema axaftina Netanyahu de) aciz bûye, lê ji bo xatirê têkiliyan bêdeng maye.

Yetkin destnîşan kir ku di 30’ê mehê de lûtkeya welatên tirkîaxêv dê li Enqereyê pêk were. Ger Aliyev beşdar bibe, ev yek dikare bibe derfeteke zêrîn ji bo her du serokan ku van aloziyan derbas bikin; ji ber ku li gorî Yetkin, yê ku herî zêde ji vê rageşiyê sûdê werdigire, tenê Îsraîl e.

Dr. Muhammed Nour El-Din, nivîskarê Lubnanî.

Çavkanî: Rûpela nivîskar

Back to top button