
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Pêncşem, 22ê Cotmeha 2026ê, di ragihandinekê de amaje da: “Em hemî wan gotgotk û nûçeyan red dikin ên ku di hejmareke dezgehên ragihandinê de li ser hebûna dron an hêz û yekîneyên leşkerî yên Ukraynayî li ser axa Herêma Kurdistanê hatine belavkirin.” Tekez jî kir ku tevaya van îdîayan nerast û bêbingeh in.
Wezareta Navxwe herwesa bal kişand ser helwesta neguher a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ragihand: “Em helwesta bingehîn û neguher a Herêma Kurdistanê di peyrewkirina siyaseta bêalîtî û xwedûrkirina ji nakokiyên herêmî û navdewletî de tekez dikin.”
Di pareka din a ragihandinê de hatiye: “Herêma Kurdistanê her bizavekê bi temamî red dike ku bixwaze axa Herêma Kurdistanê wekî pêgehekê bo her livîneke leşkerî an dijminane li beranberî her welatekî bi kar bîne.
Di dawiya ragihandina Wezareta Navxwe de hatiye tekezkirin: “Parastina ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê serpişka karên me ye, û bi ti awayan rêyê bi tevlîbûn an rakêşana Herêma Kurdistanê bo nav wan hevrikiyan nayê dan.”


