
Revenda Kurdî û 10 rêxistin û yekîtiyên Kurdî li Elmayayê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihand ku ew karên têkdan û tindûtûjiyê li Elmanyayê red dikin.
Revenda Kurdî û 10 rêxistinên sivîl diyar kir ku ew beşdariya di her xwepêşandan an çalakiyeke ku karên têkdan û tundûtûjiyê li dijî ewlehî û sîstema giştî li Elmanyayê red dikin.
Daxuyaniyê diyar kir ku Elmanya bi sedan hezar koçber û penaber hembêz kirin û parastina ewlehî û seqamgîriya wê berpirsyaretiyeke rewiştî û mirovî ye.
Daxuyaniyê tekez kir ku kiriyarên kesane nûnertiya revenda Kurdî û rêxistinên wê yên sivîl nakin û bang li Kurdên li Elmanyayê kir ku pabendiyê bi yasayê bikin û helwest û daxwazên xwe bi rêyên aştiyane derbirînin.
Di dawiyê de, Revenda Kurdî û her 10 rêxistinan tekez kir ku ew nabin aliyeke di tu karekî ku ewlehiya giştî li Elmanyayê armanc dike de.
Biryar e ku 31ê vê mehê xwepêşandanên berfireh li Elmanyayê li ser daxwaza hin aliyên siyasî bi rê ve biçin.


