
Piştî biryara vekişîna hêzên Amerikî û hevpeymana hindik bê jî metirsîyek di nava xelkê de peyda bû. Terikandina hêzên Amerikî û Hevpeymanan piştî demek dirêj bivê nevê valahiyek ewlehîyê peyda dike. Lê eger çekên li dijê berevaniya ezmanî di destê hêzên ewlehiya Iraqê û Kurdistanê de hebin, ev valehiya ewlehiyê jî namîne.
Tu cara heta hetayê tu hêzek biyanî mirov naparêze. Gerek hêzên ewlehiyîya welatekî bikaribin xwediyê wê baweriyê bin ku xwe biparêzin.
Li Iraqê dê çewebe? rewş dikarê bibe sedemê bê istiqrariyek demkî û dê cesaretê bide hinek welatên cîran taybetî Îran xwe tevlî desthilatdariya Iraqê bike. Ji xwe ji berê pêde jî Îranê ev yek dikira.
Li Kurdistanê rewş cudahiyekî di nava xwe de dide nîşandan. Taybetî daxûyaniyên serok Barzanî di derbarê parstin û berevaniya xaka Kurdistanê de, hêza heyî bi xortir dike.
Li Bexdayê di rêwresma bi dawî hatina erka Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê de , axavtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirî, gerek bi hûrgûlî bê nirxandin. Barzanî di çend xalên axavtina xwe de ji bo derî bê istiqrariya Iraqê bigre û Iraq û Kurdistan bi rengê hevkariyekî xaka xwe biparê ze rê nîşan dide.
Serokê herêma Kurdistanê û fermandarên hêzên ewlehiya Kurdistanê yê giştî Nêçîrvan Barzanî di beşek axavtina xwe de dibêje: Îro jî ku li gor rêkeftina wan ligel Hikûmeta Federal; axa Iraqê bi cî dihêlin, em tu carî wê alîkarî û piştgiriyê ji bîr nakin û her dem bi rêz ve lê dinêrin, lê qedir zanîna rastîn divê ber bi hilgirtina berpirsyariya niştimanî li Iraqê ve geş bike.
Pîvana serkeftina piştgiriya navdewletî ew nîne ku heta hetayê hêza biyanî li vir bimîne, belku ew e ku em Iraqî; îro bi tevahî; bikaribin berpirsiyariya parastina ewlehî û aramiya welatê xwe bigirin ser milên xwe.
Berdewamiya axavtina xwe de Barzanî dibêje: Dema ku îro em behsa serweriyê dikin, divê bi zelalî pênase bikin:
Serwerî, tenê vekişîna hêza leşkerî ya biyanî nîne, belku berpirsiyariyeke niştimanî ye.
Serwerî tê wateya ku dewlet xwediyê biryara dawî be. Ango destûr û federalî were bicihanîn û saziyên destûrî lêvegerê hemûyan bin.
Wate biryara şer û aştiyê tenê di destê desthilata rewa ya dewletê de be.
Hêza Iraqê ne di çekê li derveyî desthilata dewletê û ne di alozî û nearamiyê de ye. Hêza Iraqê di wê de ye ku bi diyalog û lihevhatinê pirsgirêkan çareser bike. Di wê de ye ku mantiqa dewlet û destûrê serdest be û hevsengî û mafê hemû pêkhateyan biparêze.
Ji ber vê êdî dema wê hatiye ku hemû kêşeyên hilawistî yên nav mala Iraqê, ji peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bigire heta pirsa çek û mafê hemû pêkhateyan, li ser bingeha destûrê û bi îradeyeke niştimanî ya Iraqiyane çareser bikin, ne ku rê bidin bibîn krîzên berdewam ji bo nifşên paşerojê.
Em dixwazin Iraqeke destûrî ya federal, ewle û xwedî serweriya tevahî be. Welatek ku bê cudahî parêzerê jiyan û ewlehiya hemû pêkhat û welatiyên xwe be. Li ser bingeha berjewendiya hevbeş, peywendiyeke hevseng ligel cîran û dostên xwe hebe û nebe qada gengeşê, belku bibe navenda aştî, diyalog û aramiyê ji bo hemû herêmê.
Ew Iraq berpirsiyariya hevbeş a me hemûyan e. Em jî li Herêma Kurdistanê, wek her dem hevkar û piştevan dibin ji bo her pengavekê ku serwerî, ewlehî û seqamgîriya Iraqê xurt bike. Ligel Hikûmeta Federal û hemû hêz û pêkhateyên Iraqê, bi diyalog û li ser bingeha destûrê kar dikin; di heman demê de tekez li ser xurtkirina hevahengî û hevkariya di navbera Pêşmerge, Artêş û hemû hêzên çekdar û ewlehiyê de dikin.
Nêçîrvan Barzanî vê axavtina dîrokî li himber berpirsên Amerika, fermandar û diplomatên hevpeymana û ya ji hemîyê jî girîngtir nav çavê berpirs û rayadarên Iraqê dinêre û dike.
Eger Iraq bi temamî li gora destûra heyî tevbigere û li gel Kurdistanê berpirsîyariya xwe pêkbîne û hêdî ne wek siyaseta gurubên cur bi cur wek mejiyê dewletek serbixwe Federaî tevbigere, hem pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêr namînin û hem jî Iraq ber bi awayekî serxwebûnekî ve diçe, yanî ji bandora dewletên cîran azad dibe.
Mayîna hêzên navdewletî li welatek, ne pîvana parastin û serweriya wê dewletê ye, lê eger mirov îtimadê li xwe bike, erkên xwe yên destûrî bi temamî pêkbîne, pirsgirêka berevaniyê jî çareser dibe. Amerika yan jî hêzên navdewletî, dikarin çekên herî modern bidin, heta dema pêwist be û hemahengiyek hebe, ew ji her derê cîhanê dikarin bibin arîkarê bervaniya vî welatî.
Eger Iraq bixwaze bibe welatek serwer, divê guh bide pişniyarên gelek zelel ku serokê Herêma Kurdistanê anîn ziman.
Bi rastî di cîvenek bi vî awayî berfireh te axavtina Barzanî hem baweriyekî peyda dike û hem jî bo awayekî inzarekî dide rayadar ên Iraqê.
Di vê pêvajoya ku, Amerika û Hêzên hevpeymaniyan Iraq û herêma Kurdistanê terikandîn, rewşa Iraqê dikare hinek guhertinan di nava xwe de peyda bike. Eger ew ne bi mejiyek dewletbûnê tevbigerin û cardin siyaseta dewletên din rêve bibin û hinek gurubên wek milisên dewletan guh nedin biryarên hukumetê û xwe ji dewletê dewlttir bihesibînin, dê tu cara Iraq nikaribe bibe dewletek serwer. Ev yek dibe sedem , Kurdistan bi awayek, çareseriya xwe bi mecal û imkanên xwe pêkbîne.
Serokê hHerêma Kurdistanê rêye serweriyê vekirî pêşkêşî wan kiriye. Veca ji hir pêda berpirsiyarî ya wan e.
Ji aliyê din ve dema Iraq ne bi îstikrarbe, serweriya dewletê nebê xû li gora yasayê tevnegere, dê pêwendiyên wan û Kurdistanê jî aloz bibin. Hinge Kurdistan mecbûr dibe ku, parastina xaka xwe wek erkek herî bilin niştimanî bi cih bîne û ji bo pêşxistina xaka xwe bi hemî awayî li rêyên çareseriyê bibîne. Herweha gelek girînge ku pêwendîyên navdewletî pêşvetir bibin bergiriya xaka xwe misoger bikin.
Yekitiya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di vê derbarê de wek teminatekiye. Pêwendiyn rayadarên Herêma Kurdistanê yên navdewletî li pêşin û herdemî ew potansiyela dema pêwîst be pişgiriya Kurdistnê bikin heye.
Gelek caran di nava kêşeyan de çareseriyek herî radikal derdikeve holê. Ev yek di vê pêvajoyê de ji bo Kurdistanê jî derbas dibe.
4.10.2026
Nêrîn/Şirove
N.Firat


