CîhanFlaş

Wall Street Journal: JD Vance bi fermana Trump peyamek ji Mohsen Rezaei re şand

Wall Street Journal ragihand ku Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance nameyek ji Serokê Konseya Bilind a Ewlehiyê ya Îranê Mohsen Rezaei re şandiye û jê xwestiye ku danûstandinên aştiyê ji nû ve dest pê bike.

Li gorî rojnameyê, ku xwe dispêre çend berpirs û çavkaniyên Amerîkî yên ku bi mijarê re eleqedar in, ev hewldana dîplomatîk di demekê de tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gef xwariye ku piştî hilbijartinên amerika ên 3ê Mijdarê dê êrîşên li ser Îranê ji nû ve dest pê bike.

Reuters ragihand ku wan nekariye bi awayekî serbixwe hûrguliyên nameyê piştrast bike.

Back to top button