
Çavkaniyek ji Fermandariya Operasyonên Hevbeş a li Bexdayêdaxûyakirin ku teqîn ji ber êrîşeke bi dronan li ser balyozxaneya Amerîkî li Herêma Kesk çêbûye.
Li gorî çavkaniyê, pergala parastina hewayî li Bexdayê hate aktîfkirin.
Ji aliyê xwe ve, Saad Ma’an, serokê şaneya medyaya ewlehiyê ya Iraqê, got ku dengê ku li Bexdayê tê bihîstin ji ber xistina dronekê li dora Herêma Kesk çêbûye.
Wî got ku çavkaniya droneyê nayê zanîn û hêzên ewlehiyê ew têk birine.


