Vîdeo

Hûnêrmendê Kurd gazinda xwe dike…!(Vîdeo)

Hûnermendê Kurd Mem Ararat bi daxuyaniyeke dirêj a ku li ser hesabê xwe yê X belav kiriye hinek gazindên xwe dike.

Di posta xwe de, Ararat bi tundî bertek nîşanî hin derdorên ku bi salan e ji bo wan xebitiye da û got, “Ez ne dijminê tu partî an rêxistineke Kurdî me. Ez li kêleka her kesê ku ji bo Kurdan du keviran datîne hev radiwestim. Lê divê were zanîn ku ez ne koleyê kesî me.”

Di posta xwe de, Ararat rexne li civaka hunerî û Kom Muzik kir. Tê zanîn ku, KOM MUZIK girêdayê kijan rêxitinê ye.

Hûnêrmendê Kurd dibêje: “12 sal in we bêyî ku tu hewldanekî bidin hemû karên min desteser kirine. Demokrasî li ku ye, mafên mirovan li ku ne, ked li ku ne?”

Back to top button